Kurdekî Rojava li Almanya bi koronayê jiyana xwe ji dest da
Li gor agahiyên Rûdawê, navê wî welatiyê Kurd Xalid Mihyedîn Hemo û 55 salî bûye û xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûye.
Xalid Mihyedîn Hemo li bajarê Bremenê yê Almanyayê dijiya û dermansaz bû. Li gor zanyariyan çend roj berî niha ew welatiyê Kurd bi vîrusa COVID-19 ketibû û bo nexweşxaneya Bremen Nord a wî bajarî hatibû veguhastin.
Ew welatiyê Kurd pêr Çarşemê 7ê Nîsanê li nexweşxaneyeke bajarê Bremenê bi vîrusa sedema koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Li gor agahiyên Rûdawê, Xalid Mihyedîn Hemo dema 10 rojan bû ku ji ber nexweşketina bi COVID-19 li nexweşiyaneya Bremen Nord a bajarê Biremenê dihate dermankirin.
Xalid Mihyedîn Hemo, ji gundê Zerkotik yê Kobanê bû zewicî bû û bavê 6 zarokan bû û ew 3 sal bûn ku koçberî Almanyayê bûbû.
Birayê wî ji Rûdawê re got, ku pêştir tu nexweşiyên birayê wî tunebûn û nexweşxaneyê ji wan re gotiye, ku ew nikarin wî bibînin û ew dê wî li goristaneke bajarê Bremenê veşêrin.
Rudaw
