Tehran: Şîyanên me yên navokî vegerîyan asta berî rêkkevtina 2015yê
Ev axivtin di daxuanîyeka gotbêjê Rêkxistîta Wizeya Navokî, Beheroz Komalundî de hat, bi boneya 14mîn salvegera Roja Nişîmanîya Teknîka Navokî.
Kemalundî got, di bwarê teknîkî de, ti bend li pêşîya me nîne, anku kerta navokî di welat de her tiştek pêwîst be dike, hevdem jî em di rêkkevtina navokî de mane; lê me bend û asteng rakirin e û havêtin alîyekê.
Got jî: Karên lêkolîn û geşekirinê di hemû bwaran de dihête kirin û kar bi başî birêve diçe û niha em gehiştîne nêzîkî şîyana berhemhînana me ya berî rêkkevtina navokî.
Kemalundî amaje kir, pêwîst bû evro li gel Roja Nîştîmanîya Teknika Navokî, me 122 destkevtên nû pêşkeş kiriban, lê bi sedema Vayrosa Koronayê, biryar hate dan, bihêt dawîxistin bo piştî nemana kirîza Koronayê.
K24
