• Monday, 09 February 2026
logo

Dîplomatkarekê Emerîka: Hêj Îran gefe li ser hêzên me li Îraqê

Gulan Media April 10, 2020 Nûçe
Dîplomatkarekê Emerîka: Hêj Îran gefe li ser hêzên me li Îraqê
Berpirsekê Emerîka ragehand, hêj Îran gefeke mezin e li ser hêzên me li Îraqê.

Harîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê bo karûbarrên Rojhelata Navîn, Dêvîd Şînker, duhî, Pêncşembîyê got: Milîşîyayên ser bi Îranê di Îraqê de, hêj gefeke mezin in bo ser hêzên Emerîkayê.

Şînker, bi rêya vîdyo konfiransê bo rojnamevanan axivt, lê hurgelîyên wan gefan xuya nekir.

Ev axivtinên Şînker, piştî heftîyekê ji hoşdarîya serokê Emerîka, Donald Tiramp dihêt ku arasteya desthelatdarên Komara Îsamîya Îranê kiribû derbarê gefkirinê li hêzên Emerîkayê li Îraqê.

Roja Dûşembîya burî, sê mûşekên Katyoşa arasteya wan deveran hatin kirin ku li başûrê Îraqê, kompaniya ya Halbrton petrolê ya Emerîkayî kar têde dike

Di beranber de, wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê, ragehand, livîna hêzên Emerîka li Îraqê cihê gumanê nîgeranîyê ye û vajîya xwaztên hevwelatîyên Îraqê û daxwaza fermî ya perleman û hikumeta Îraqê ye derbarê vemana bîyanîyan.

K24
Top