Mustefa Kazimî peyamekê bi zimanê Kurdî belav dike
Mustefa Kazimî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” bi zimanê Kurdî nivîsî: Bi raspardina min bi erkê Serokê Hikûmeta Iraqê, soz li hember gelê me yê bexşande didim, kar ji bo pêkanîna hikûmetekê dikin, ku daxwazên Iraqiyan bixe pêşîneya karên xwe û serweriya welat û mafan biparêze û kar ji bo çareserkirina qeyranan û pêşvebirina aboriyê bike.
Îro piştî Ednan El Zurfî dest ji pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê vekişand, Mustefa Kazimî bi fermî ji aliyê Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi wî erkî hat raspardin.
Hêzên Şîe, Sune û Kurd piştevaniyê li Mustefa Kazimî dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, piştevaniya xwe ji Kazimî re ragihand.
