• Monday, 09 February 2026
logo

Brîtanya- 3 kurdên tûşî Koronayê bibûn koça dawî kirin

Brîtanya- 3 kurdên tûşî Koronayê bibûn koça dawî kirin
Heta niha gelek kurdên li Brîtanyayê niştecîbûne jî tûşî Koronayê bûne û li gor zanyariyên 3 kesan ji wan koça dawî jî kiriye.

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir, aşkere kir hejmareke zêde ya kurdan li Brîtanyayê tûşî nexweşiya Koronayê bûne û heta niha tedawî ew li nexweşxaneyan tedawî dibin. Karwan Cemal Tahir aşkere jî kir heta niha 3 kesan jî li Brîtanyayê ji ber vîrusa Koronayê koça dawî kiriye.

Karwan Cemal Tahir, da zanîn ku navê wan kesên ji ber Koronayê mirine jî wiha ne: “Umerî Mam Reza, Şad Hamid Ferec û Kameranî Seyid Mecîd in.

Kameran Seyîd Mecî birayê endamê Encûmena Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Dilêr Seyid Mecîd e û YNKê jî îro peyameke serxweşiya arasteyî Dilêr Seyîd Mecîd kiribû.

Basnews
Top