Berpirsekî wezareta Pêşmerge sedemê tevgera DAIŞê aşkera kir
Rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hişyariya niştimanî ya wezareta Pêşmerge Babekir Feqê Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Vekêşana hêzên Amerîkayê li çend binkeyan û radest kirina wan binkeyan ji hêzên Iraqê re di dema borî de pêkhat, gotegotên vekêşanî kêmkirina wan hêzên li Iraqê li dû xwe anî, Pentagonê jî heta naha bersivekî wisa nedaye bo vekêşandin hêzên xwe yên li Iraqê.’’
Herwaha got: ‘’Vekêşandina hêzên Amerîkayê li çend binkeyek û belavbûna vîrusa korona li çend parêzgehekî Iraqê, derfetekî baş daye dest çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê. Bo berfireh kirina sînor û cureya çalakiyên wan ên terorîstî ye, nimûneya herî baş jî girtina efserekî û du leşkerên polîsê federal bû, ku ew hêze helmetekî lêgerînê pêkanîbûn li navçeya Xurmatû.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir: ‘’Piraniya wan cîhên ku valahiya ewlehiyê lê heye di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de çekdarên terorîstên DAIŞê jê sûd werdigrin. Bi dirêjayiya sedan kîlometreyan bi taybet li parêzgehên Diyale, Kerkûk, Mûsil û Mexmûrê.
Navborî got: ‘’Dibe Amerîka bixwaze hêzên xwe kombike bo ku ew hêz nebin armanca êrîşê ji aliyê hêzên milîsên şîeyên Iraqê ve.’’
Basnews
