• Monday, 09 February 2026
logo

Li Efrînê teqînekê rû da

Li Efrînê teqînekê rû da
Li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê tankereke sotemeniyê hat teqandin.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, li taxa Eşrefiyê îro danê sibe demjimêr 08:00 bomebeyek di tankereke sotemeniyê de hatibû çandin teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, ji encama teqînê agirekî mezin jî li nava taxa belav bû, lê ziyanên canî nebûne û ziyan tenê madî bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn li Efrînê rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

K24
Top