Li Duhokê hezar û 96 kes ji karantînayê derketin çûn mala xwe
Berpirsê ragehandinê li rêveberiya giştî ya tenduristiya parêzgeha Duhokê Hemze Rezîkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li parêzgeha Duhokê heta naha 15 berketiyên nexwaşiya korona hebûn, ji wan jî heta îro 12 berketiyên vîrusa korona piştî testên wan ên dawiyê hatin kirin û diyar bû di wan de vîrus nemaye ji nexwaşxaneyê derketin. Duh jî 220 kes hatine karantîna kirin û 141 kes ji karantînayê derketine û heta naha zêdetir ji hezar û 450 test û kontrol hatine kirin bo wan kesên bi guman. Berdewam jî test tên kirin bo kesên bi guman û her ji destpêka derketina wê şewbê heta naha li Duhokê hezar û 815 kes ketine karantînayê û ji wan jî hezar 96 kes ji karantînayê derketine û çûne malên xwe.’’
Herwaha got: ‘’Tîmên tenduristiya Duhokê bi awayekî berdewam pêdeçûnê li ser bi guman dikin, ku ji tenduristiya wan piştrast bin, lewra jî rojane berdewam test tên kirin heta îro 08.04.2020ê li parêzgeha Duhokê 3 berketiyên korona nav nexwaşxaneyê de mane û di bin çavdêriya bijîşkan de ne û rewşa wan jî başe.’’
Basnews
