• Monday, 09 February 2026
logo

Qedexeya çûn û hatinê li Wuhanê hat rakirin

Qedexeya çûn û hatinê li Wuhanê hat rakirin
Piştî 11 hefte girtin û ragihandina qedexeya çûn û hatinê li bajarê Wuhanê yê Çînê, ew bajarê ku cara yekem vîrusa Koronayê lê belav bû, îro Çarşembê qedexeya çûn û hatinê li bajêr hat rakirin.

Li bajarê Wuhanê ya navenda parêzgeha Hubei a Çînê ku navenda sereke ya belavbûna vîrusa COVID-19 li cîhanê bû, niha xelk dikarin ji malên xwe derkevin, serdana cihên din bikin, hevdem biçin ser karên xwe û bazar vekirî ne.

Piştî rakirina qedexeya çûn û hatinê, bajar bi ronahiya LED hatiye ronakkirin, hevdem ser cadeyan tejî otomobîl bûne û xelk ji malên xwe derketine, lê hê jî tedbîrên xweparastinê cîbicîh dikin û mask û lepikan bikar tînin.

Piştî nêzîka yek meh ji belavbûna vîrusa Koronayê di Kanûna 2019an de li bajarê Wuhanê, hikûmeta Çînê 23ê Çileya 2020ê qedexeya çûn û hatinê li wî bajarî ragihand û bajar bi tevahî girt.

Vîrusa Koronayê ku di dawiya sala 2019ê de li wî bajarî peyda bû, li Çînê 81 hezar û 800 kes bi wê vîrusê ketin. Ji wê hejmarê 3 hezar û 333 kes mirin. Niha li Çînê tenê hezar û 190 kes hilgirê vîrusê ne, lê tenê rewşa tendirûstî ya 189 kesan nebaş e.

Rudaw
Top