Trump ji ber koronayê gef li WHO xwar
Serokê Amerîkayê Duh Sêşembiyê di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Em beşa herî zêde ya bûdceya Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî dabîn dikin, lê dema min qedexeya geştkirinê ragihandi, wan rexne li me girt. Wan ji destpêkê ve wek pêwîst kar nekirine bo rêgirtin li belavbûna vîrusa koronayê.”
Donald Turmp gefa qutkirina alîkariya darayî ya Amerîkayê ya bo wê rêxistinê kir û got: “Ji destpêkê ve gelek zanyarî li ba wan hebûn, lê belê nexwestin tiştekî bikin.”
Trump wiha axivî: “WHO ku Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî ye, pereyekî zêde ji Amerîkayê werdigirin, em beşa herî zêde ya pereyên wan dabîn dikin, beşê here zêde yê pereyan em didin. Lê dema min qedexeya geştkirinê ragihand, wan rexne li me girtin. Ew şaş bûn, ew di gelek tiştên din de şaş bûn, ji destpêkê ve çendîn zanyarî hebûn, lê wan tiştek nekir û wiha dixuya nêzîkê Çînê bin. Lewra divê em bi vê mijarê de biçin û pêde jî diçin, em beşa herî zêde ya wan pereyan dabîn dikin, ku bi dest wan dikeve.”
Gef;n Turmp li hember WHO di demekê de ne, ku hejmara kesên heta niha li Amerîkayê bi koronayê ketine, 400 hezar kes derbas kiriye û zêdetirîn hejmara tûşbûyan jî li wîlayeta New Yorkê hatiye tomarkirin, ku tenê li wê wîlayetê 138 hezar û 836 kes bi vî vîrusê ketine.
Vîrusa koronayê di dawiya meha Sibata 2020 de gihîşte Amerîkayê û li gor amarên herî dawîn, heta niha li seranserê wî welatî 400 hezar û 540 kes bi vê vîrusê ketine û niha Amerîka di aliyê hejmara tûşbûyan de li ser asta cîhanê di pileya yekem de ye.
Rêjeya mirina bi sedema koronayê jî li ser asta Amerîkayê bi awaykê bilez bilind dibe û heta niha 12 hezar û 857 kesan bi sedema COVID-19 jiyana xwe ji dest dane, ku 5 hezar û 489 kes ji wan li New Yorkê ne.
Rudaw
