• Monday, 09 February 2026
logo

Koronayê plana Tirkiyê ya ji bo petrola Rojavayê Kurdistanê tevlîhev kir

Koronayê plana Tirkiyê ya ji bo petrola Rojavayê Kurdistanê tevlîhev kir
Berî koronayê, petrola Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibû rojeva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, lê koronayê plana Erdogan a wekî her kesî tevlîhev kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berê gotibû, ew dê pirsa birêvebirina petrola Dêrazorê û Rojhilatê Firatê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump gutûbêj bike, ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî xwestibû, herdu alî dor bi dor petrola Qamişlo û Dêrezorê îdare bikin, lê niha koronayê ew di vê mijarê de bêdeng kiriye.

Erdogan di vê plana xwe de hewl dide, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser ji dahata petrolê bi temamî were bêparkirin û Rêveberiya Xweser ji aliyê aborî ve were lawazkirin û dorpêçkirin.

Lê petrola Rojhilatê Firatê di destê HSDê û Amerîkayê de ye, lewma Erdogan dibêje, ew dê vê plana xwe ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump gotûbêj bike.

Plana Amerîkayê cudatir e û dixwaze dahat petrolê ji bo xerciyên HSDê, mûçeyên leşkerên wê û xerciyên xizmetguzariyên rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

Niha piraniya petrola Sûriyê di destê HSDê de ye, Amerîka pirsa petrolê weke kaxezeke zextê li hemberî hikûmeta Sûriyê bikar bîne daku jê sûdmend nebe.

Berî krîza Sûriyê berhemê rojane yê petrola wî welatî 385 hezar bermîl rojan bû, destpêka sala 2011an, ji sedî 25ê bûdceya Sûriyê pêk dianî. Ji sedî 24 jî ji bo berhemê xwecihî bû.

Lê bi ji destdana bîrên petrolê, Hikûmeta Sûriyê tenê dikare 10 hezar bermîlên petrolê berhem bîne û Rêveberiya Xweser zêdetirî 14 hezar bermîlan rojane berhem tîne.

Tirkiyê dizane ku ne tenê petrola dahata aboriya Rêveberiya Xweser û HSDê ye, belku li navçeyên di bin destê wê de, samanên çandinî, avî û hersê bendavên mezin ê li ser rûbarê Feratê û samanên ajelan, ji çavkaniyên girîng ên aboriya wê ne.

Lê dibe ku ji ber koronayê plana Tirkiyê ya sînordarkirina aboriya Rêveberiya Xweser li paş ketibe û ew li benda derfeteke din ku vê pirsê bixe rojevê.

Rudaw
Top