• Monday, 09 February 2026
logo

Li Duhokê 3 kesên din tûşî koronayê bûn

Li Duhokê 3 kesên din tûşî koronayê bûn
herê sê kes endamên malbetekê ne
Birêveberatiya tendirostiya Dihukê îro sêşem ragihand ku li bajarê Dihukê 3 welatiyên din piştî cerbandinên nûjdariyê derketiye ku bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Dihukê, ev her sê kes ji Brîtanyayê vegeriyane Kurdistanê û ji bav, hevjîn û zarokekî 10 mehî pêk hatine.

Weke tê zanîn li Dihukê berêya niha 15 kes bi Koronayê ketibûn, lê 7 kes baş bûne û niha tenê 8 kes li vê bajarê bi Koronayê ketine.
Top