Li Amerîkayê hejmara berketiyên vîrusa korona ji 368 hezar kesan derbas kir
Amarên berketiyên bi vîrusa korona li Amerîkayê bilind dibe û heta naha ji ber vîrusa korona zêdetir ji 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor amarên herî dawiyê heta naha 07.04.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 368 hezar û 453 kesan.
Herwaha 11 hezar û 8 kesan jî ji ber wê vîrusa kujer jiyana xwe ji dest dane û 19 hezar û 919 kes jî başbûne.
Basnews
