Almanya komek pêdiviyên nojdarî bo rûbirûbûna Koronayê da Herêma Kurdistanê
Wezareta tenduristiya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, îro danê sibê wezîrê tenduristiya Kurdistanê dr. Saman Berzencî pêşwazî li konsola giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê, Barbara Wolf kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dr. Berzencî û Wolf têkestî li ser hemahengî û hevkariyên nojdarî di navbera dezgehên tenduristiya Kurdistanê û Almanya kirine.
Paşê konsola giştî ya Almanya komek pêdiviyên nojdarî bo rûbirûbûna Koronayê pêşkêşî wezîrê tenduristiyê kir.
Basnews
