• Monday, 09 February 2026
logo

Li Diyarbekirê 46 kes bi vîrusa Korona ketine

Li Diyarbekirê 46 kes bi vîrusa Korona ketine
li Diyarbekirê û li gor amarên fermî 46 kes bi vîrusa Korona ketine.

Amaje bi wê jî da, heta îro tenê li nexweşxaneya Gazi Yaşargil a Diyarbekirê testên vîrusa Koronaya Nû COVID-19 dihatin kirin, ku heta niha tenê 500 test kirine, lê ji îro û pê ve, dê li nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jî testên Koronayê bêne kirin.

Peyamnêrê me da zanîn, Li Sertê jî haletên pêketina bi vîrusa Korona hatine tomarkirin yek ji wan jî Rêvebirê Tenduristiya Sêrtê ye û dê ji bo 14 rojan bikeve kerentînê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, li Sêrtê 2 gund (Taşkaya û Kaya Hîsar) û 2 mezrik (Kayali û Eynkebîr) jî ji ber ku haletên pêketina bi vîrusa Korona hatine tomarkirin, dê 14 rojan di kerentînê de bin.

Diyar kir jî, gundê Hêrsîna Kevir yê Erxeniya Diyarbekirê jî bo 14 rojan hatiye kerentîkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê amarên derbarê vîrusa Korona bi giştî dide û diyar nake li her parêzgehekê amara bi çi awayî ne, şeva bûrî diyar kiribû, heta niha li seranserî Tirkiyê 27 hezar û 69 kes bi Korona ketine û 574 kesan jî canê xwe jidest dane.

K24
Top