• Monday, 09 February 2026
logo

Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê xwarzayê xwe kir rêveberê giştî yê tenduristiya Kerkûkê

Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê xwarzayê xwe kir rêveberê giştî yê tenduristiya Kerkûkê
Parêzgehê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî xwarzayekî xwe kir rêveberê giştî yê tenduristiya bajar.

Berdevkê fermangeha tenduristiya bajarê Kerkûkê Saman Yabe ji BasNewsê re ragehand, duh 05.04.2020ê ji ber derbasbûna temenê xwe rêveberê giştî yê tenduristiya Kerkûkê Dr. Kerîm Welî yê ku tirkmen bû malnişîn bû.’’

Herwaha got, di cîha wî de Dr. Ziyad Xelef Cibûrî bi wekalet bû rêveberê giştî yê tenduristiya Kerkûkê.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê Kerkûk bi xiyanetekî ve radestî Heşdî Şeibî hat kirin, bi dehan peywirên hikûmetê û leşkerî li Kurdan hatin standin û yek ji wan peywiran jî rêveberiya giştî ya tenduristiya Kerkûkê bû, ku ji kesekî tirkmen ê şîe re hat dayîn û ew kes jî duh malnişîn kirin û naha Dr. Ziyad Xelef Cibûrî yê xwarzayê Rakan Cibûrî ew erk wergirt.

Basnews
Top