• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Şaredariya Hatayê: Nêzîkî 2 mehan e korona li Tirkiyê heye

Serokê Şaredariya Hatayê: Nêzîkî 2 mehan e korona li Tirkiyê heye
Pisporê Nexweşiyên Înfeksiyonê û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Doç. Dr. Lutfu Savaş ragihand, ku li bajêr di meha Çile de nîşanên dişibin vîrusa Koronayê hatine dîtin û got: “Wiha difikirin nêzîkî 2 meh dibe me ev nexweşî derbas kiriye.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê Doç. Dr. Lutfu Savaş diyar kir ku di dawiya meha Çile de piştî serdana Îspanya, Almanya û Hollandayê rewşa wî ya tendirûstî têk çûye û got: “Dema erdhejê ligel serokê me yê giştî çûbûm Xarpêtê. Piştê du rojan dema vegeriyan ji xwe li wê derê nexweş bûm, wê şevê gelekî nexweş bûm. Ez di jiyana xwe de wiha nexweş neketibûm.”

Savaş da zanîn ku piştî wê demê nîşanên dişibin vîrusa Koronayê derketine û got: “Wê demê cîranên me jin û mêr ên derdora 30 salî nexweş ketin. Dîsan her heman nîşanên şewbeke bihêz. Lê ne persîveke normal. Ji ber zêde berdewam kir û 2-3 qat bihêztir bû.”

Savaş ku 11 sal e li bajarê Hatayê yê Tirkiyê serokê şaredariyê ye, herwiha di berdewamiya axavtina xwe de got: “Diçim şîna (tazî) mirovan. Telefon dikim û sersaxiyê ji wan re dixwazim. Dema welatiyên me yên bi temen dimirin, min ji kesên nêzîkê wan her ev yek dibihîst; Min bav – diya xwe bir beşê lezgîn. Xistin jêr çavdêriya hûr. Di roj derbas nebûn koça dawî kirin. Sedem jî gotine tengnefesî, bronşît û zetûre ye. Dema em li dema borî temaşe dikin heman nîşanan dibinîn ên wek vîrusa Koronayê.”

Savaş diyar kir ku 2 meh e nexweşiya vîrusa koronayê derbas kirine û got: “Wek branş pisporê nexweşiyên înfeksyonê me. Doçentiya min li ser heye. Eger em berê xwe bidin lêkolînên epîdemolojîk, dê li Tirkiyê gelek pispor heq bidin axaftina min. Ji ber niha li Hatayê 22 rewş hene, bajareke ku têkiliya wê bi derve ve heye wek Qubris, Îran, Iraq, Sûriye û Siûdiye ligel Ewropayê. Em berê xwe didin nexweşan hemû ji derve hatine. Tu dibêjî beşeke zêde ya civakê rûbirûyê vê vîrusê bûye. Ez wiha difikirin ku niha ji sedî 80-85ê civakê rûbirûyê vê nexweşiyê bûye.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha 574 kesan bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest dane û 27 hezar û 65 kes jî bi vîrsuê ketine.

Rudaw
Top