Trump. Hefteya herî dijwar li pêş Amerîkiyan e
Li gor amarên zanîngeha Johns Hopkins heta niha li Amerîka 337 hezar û 72 kes bi vîrusa Korona ketine û 9 hezar û 633 kesan jî canê xwe jidest dane.
Di vê derbarê Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, welatê wî derbasî “qonaxeke metirsîdar” dibe û hejmara qurbaniyan zêde ye û ev hefte bi “Hefteya her dijwar” bi nav kir û got: “Dê gelek kes bimirin”.
Trump ji Şaneya Krîzê a Amerîkî re ragihand, ew razî bûye rewşa awarte li 50 ji 52 wîlateyên Amerîkî bê ragihandin.
Serokê Amerîka got jî, belavbûna vîrusa Korona li New Yorkê nişkivayî û ne çaverêkirî kiribû.
Ev rewşa li Amerîka di demekê de, duhî li Çînê tenê 38 pêketiyên nû bi vîrusa Korona hatiye tomarkirin û pêketiyekî jî canê xwe jidest daye.
Rudaw
