Pentagonê 3 sal berî niha li ser koronayê çi gotibû?
Ew raporta Pentagonê behsa piraniya wan kêşeyan dike ku niha Amerîka û piraniya welatên cîhanê bi sedema belavbûna vîrusa koronayê ji destê wê dinalînin.
Serokê Amerîkayê, Donald Trump di çendîn helkevtan de tekez kiriye, ku ti kesekî nedikarî pêşbîniya belavbûna vîruseke weke koronayê bike, lê belê pentagon di raporteke sala 2017an de hişyarî daye Koşka Spî û ragihandiye: “Bûyereke bayolojîk a karesatbar dikare gefê li xelk, ajel, giya, jîngeh, tendirustî, aborî û asayişa niştimaniya Amerîkayê bike.”
Pentagonê herwiha ji Koşka Spî re gotiye, bûyereke bayolojîk a wisa, pêwîstî bi bertekeke bilez û bi bandor heye, daku zirarên canî û encamên wê yên xirab bêne kêmkirin.
Heman raport, ku kopiyeke wê ketiye dest kovara Nation a amerîkî, amaje bi wê yekê dike ku egera belavbûna “nexweşiya endamên henasedanê, bi taybet nexweşiyek wek coreke nû ya înflunzayê, ji hemû egerên din bêtir e û nêzîktirîn senariyo ye.”
COVID-19 nexweşiyeke e ku bi xweguhertinê yan jî pêşketina vîrusa koronayê çê bûye û yek ji endamên ku ev vîrus di laşê mirovan de dike armanc, endamên henasedanê ye. Di raportê de çend caran navê vîrusa koronayê derbas dibe, wek mînak di beşeke raportê de hatiye: “Nexweşiya veguhêz a koronayê li cîhanê tiştekî normal e.”
Wezareta Berevaniya Amerîkayê bi dûr nabîne, ku bandora amûrên destnîşankirin û çareserkirina vîrusên berbilav ji bo vê vîrusa nû nebe û tekez dike, ew yek dibe sedem ku ew vîrus bi lezeke zêde li hemû cîhanê belav bibe.
Hikûmeta Çînê di 11ê Çile ya 2020 de mirina yekemîn kesê tûşbû bi vîrusa koronayê ragihand, wê demê tenê 41 kes li Çînê bi vê vîrusê ketibûn, di demekê de ku bajarê Wuhan li herêma Hubei wek navenda derketin û belavbûna vîrusê tê naskirin, di demeke kêmtir ji sê mehan de hejmara tûşbûyên wê li seranserê cîhanê, sînorê 1 milyon û 200 hezar kesan derbas kir.
Di beşeke raportê de hatiye gotin: “Belavbûna vîrusê di civakekê de dikare bi awayekê bilez veguhere krîzeke tendirustî, ku çendîn welatan li xwe bigire û bi milyonan kes tûşî wê bibin, ew yek ji bilî ku kêşeyeke mezin bo hemû aliyên jiyana civakê çê dike. Taybetmendiyên sereke yên nexweşiyê dibe ku veguhastina wê ya bilez û dijwariya wê be, egereke bihêz jî heye ku bandorê li parastina hêza tendirustiyê bike.”
Raporta Pentagonê di jêr navê plana liqa U.S North Com 3360: bertek li hember şewbeya înfluenzayê û nexweşiyên veguhêz hatiye amadekirin, rapor tenê bo bikaranîna fermî ye û tarîxa 6ê Çileya 2017an li ser e.
Meha bihorî Amerîka beşek ji stafa nûneratiyên xwe yên dîplomatîk ên li Bexda û Hewlêrê vekişand, û yek ji sedemên wê pêngavê jî vegerand bo gef û metirsiya belavbûna vîrusa koronayê. Du sal berî derketina yekem haleta koronayê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê pêşbîniya wê yekê kiriye, ku belavbûna vîruseke weke koronayê dikare bandorê li amadeyî û bandora hêzên Amerîkayê bike.
Belavbûna COVID-19 ji qeyraneke tendirustî ve veguheriye qeyraneke cîhanî ya pir alî û rehendî. Pentagon di xeta 462 a raporta xwe de û li birgeya gefên stratejîk ên niştimanî amaje bi wê yekê dike, ku ew şewbe dê “bandoreke ciddî hebe lis er asayişa niştimanî ya Amerîkayê.”
Belavbûna vîrusa koronayê, welatên cîhanê tûşî kêşeya kêmiya kelûeplên rêgirî, xweparastin û alîkariyên tûşbûyan kiriye. Piraniya welatên ku niha wek navendên belavbûna vîrusa koronayê tên hesibandin, rastî pirsgirêka kêmiya amûrên henasedanê û kelûpelên xweparastinê yên wek maskeyan hatine. Hem xelkên asayî û hem jî stafên tendirustî yên nexweşxaneyên taybet bi koronayê, tûşî wê pirsgirêkê bûne.
Heftiya bihorî, du berpirsên Asayişa Niştimaniya Amerîkayê ji rojnameya New York Times a Amerîkî re ragihandine, ku depoya stratejîk a niştimanî ya Amerîkayê ji valabûnê nêzîk bûye û kelûpelên xweparastina ji COVID-19 di wê depoyê de nêzîk e ku nemînin.
Ji 1 milyon û 236 hezar haletên piştratskirî yên tûşbûna bi koronayê û 67 hezar û 237 haletên mirina bi sedema vê vîrusê, ku heta êvara Yekşemê li seranserê cîhanê hatine tomarkirin, nêzîkî %25ê tûşbûyanû %11ê mirinên bi vê vîrusê li Amerîkayê bûne. Bilindbûna bilez a hejmara tûşbûyên koronayê, fişareke mezin kiriye ser sektora tendirustiya Amerîkayê û depoya niştimanî ya wî welatî ya kelûpelên pizîşkî.
Du sal berê Pentagonê pêşbîniya rewşeke weke niha kiriye û amaje bi wê yekê kiriye, ku bi sedema kêmbûna kelûpelên pêwîst, pirsgirêk û kêbirkê bo bidestxistin û garantîkirina wan pêdawîstiyan çê dibin, wek mînak ji bo amûrên henasedanê, mask, lepik, keresteyên locestîkî, pêdawîstiyên pizîşkî û kadroyên tendirustiyê.
Rudaw
