Wêne - Biçûktirîn nexweşa Koronayê li Hewlêrê pitikeke 3 mehî ye
Malbata wê pitikê, dayik û bav û xwişk û birayên wê jî tûşî Koronayê bûne. Navê wê pitikê Elîna Niyaz e û di serxweşeiyeke Hewlêrê de tûşî wê vîrûsê bibûn.
Weke di wan dîmenan jî de diyar dibe, ew pitika 3 mehê di bin çavdêriya pizîşkên Hewlêrê deye û bi bo dermankirina wê her karek tê kirin.
Îro roja yekşemê 05.04.2020an Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, aşkere kir ew kesên beşdarî wê serxweşiya li Hewlêrê bûne û tûşî Koronayê bûne jimara wan bûye 32 kes. Herwiha hejmara kesên tûşî Koronayê bûne li Herêma Kurdistanê bûne 232 kes. Herwiha hejmara kesên başbûne 74 kes in û 3 kes jî ji ber vîrusa Koronayê mirine.
Basnews
