18 pêketiyên bi Korona li Hewlêrê hatin tomarkirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji koma pêketiyan 8 peya, 6 jin û 4 jî zarok in û hemûyan vîrus ji pêketiyên berê vegirtine.
Diyar kir jî, hejmara kesên vîrus ji pêketiyê serxweşiya taxa Karêzan a Hewlêrê vergirtine , gihîştiye 32 kesan.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bû 232 kes, ji wan 3 kesan canê xwe jidest dane û 74 kes jî bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
