• Monday, 09 February 2026
logo

Hêzên Amerîkî ji navenda Hebaniye jî vekêşan

Hêzên Amerîkî ji navenda Hebaniye jî vekêşan
beriya niha jî 3 navendên din vala kiribûn
Di çarçoveya pilana nû ya Amerîkayê de ya bo ji nûve sazmandehî kirina hêzên xwe yên leşkerî li Îraqê de, duh hêzên leşkerî yên Amerîkî navendeke din ya leşkerî ya xwe vala kirin û ev navend radestî hêzên leşkerî yên Îraqê kirin.

Hêzên Amerîkî duh şeme, navenda leşkerî ya Hebaniye vala kirin û çûne navenda leşkerî ya Eyin Esed li Enbarê.

Weke tê zanîn beriya niha hêzên Amerîkî navendên Qayîm, K1û Geyare radestî hêzên Îraqî kiribûn.
Top