PDKê, pêşneyarek derbarê kirêyên kirêciyan de da hikûmetê
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Şiwan Zirarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Jİ ber rêkarên xweparastina ji vîrusa korona wezareta navxwe biryara qedexeya hatûçûna hemwelatiyan da û ji 11ê Adar a borî ve hejmarekî zêde ya hemwelatiyan ên mûçexorê hikûmetê nînin û di sektora taybet de kar dikin bê kar mane. Ew hemwelatî jî kêm derametin û di kirêyê de ne û nikarin kirêya xanî û dukan û cîhê karê xwe bidin.’’
Navborî got: ‘’Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê pêşneyarek daye hikûmetê bo ku hemwelatiyên di kirê de ne du meh kirêyên wan bila bibexşin ango ji wan neyê vergirtin.’’
Herwaha got: ‘’Her kesek ku mulk bi kirê dide salane 11 kirêyan verdigre û kirêyekî jî dide hikûmetê wek bac, me pêşneyar kiriye hikûmet îsal bac vernegire û kirêyên avahiyên bilind û weqfa wezareta ewqaf û zeviyên xwe vernegre. Xwediyên mulk jî ji kirêya 2 mehan bila bibexşin, ku hemwelatiyên hejar jî barê wan sivik bibe.’’
Basnews
