Li Qamişlo alozî di navbera Asayiş û hêzên rêjîma Sûriyê derket
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, Hêzên rêjîma Sûriyê îro otombîleke girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Çarxeriya Sibeh Behrat a naverasta bajarê Qamişlo armanc girtin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encamê de endamê hêza Asayişê birîndar bûye û ajokarê otombîlê jî canê xwe jidest daye. Lê hîna termê wî bo hêzên Asayişê nehatiye radestkirin.
Amaje bi wê jî da, destpêkê rê ji bo hêzên Rûsî nehat dayîn derbas bibin, lê piştre hêzên Rûsî derbasî derbasî çarkoşeya ewlehiyê bûn.
K24
