• Monday, 09 February 2026
logo

Li Amedê xaniyek herifî: Du zarokan canê xwe ji dest dan

Li Amedê xaniyek herifî: Du zarokan canê xwe ji dest dan
Li Ameda Bakurê Kurdistanêxaniyekî ku bi kerpîçan hatibû çêkirin herifî û 9 zarok di bin de man.

Ji wan 9 zarokan du xwîşk bi birîndarî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin lê ligel hemû hewldanên doktoran cane xwe ji dest dan. Dermankirina 7 zarokên din jî li nexweşxaneyan berdewam e.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li Taxa Yaprakbaşi a bajarokê Çinarê ser bi Amedê xaniyê Hamdullah Demiroglu ku bi kerpîçan hatibû çêkirin herifî û 9 zarok di bin de man. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, cendirme û tîmên rizgarkirin bo cihê bûyerê hatin şandin û zarok ji bin xaniyê herifî derxistin.

9 zarokên ku ji bin xaniyê herifê hatin derxistin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û nexweşxaneyên din ên Amedê hatin veguhestin. Lê Guneşa 14 salî û Dîndar Demiroglu ya 13 salî ku birîna wan giran bû ligel hemû hewldanan canê xwe ji dest dan û dermankirina 7 zarokên din jî berdewam e.

Tê texmînkirin ku xaniyê ji kerpîçan hatiye çêkirin ji ber barana zêde herifî be û lêkolînên derbarê bûyerê de jî berdewam in.

Rudaw

Top