• Monday, 09 February 2026
logo

TIRKIYE - Projeyasaya derbarê azadkirina girtiyan de hat pesendkirin

TIRKIYE - Projeyasaya derbarê azadkirina girtiyan de hat pesendkirin
Projeyasaya derbarê azadkirina girtiyan de ku ji 70 madeyan pêk tê, li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin.

Projeya yasaya derbarê azadkirina girtiyan de ku ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) ve hatiye amadekirin, piştî 18 demjimêr ji gotûbêjan, li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin.

Projeyasaya derbarê azadkirina girtiyan de ku di çarçova tedbîrên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronaya nû (COVID-19) de hatiye amadekirin û bûye cihê nîqaşê li Tirkiyê, ji 70 madeyan pêk tê.

Ev projeyasaya ku rê dide 90 hezar kes ji girtîgehan bên azadkirin, tawanên weke, teror, madeyên hişber, kuştina bi qest, tundutûjiya li hember jinê û destdirêjiya seksî, li xwe nagire. Cezayê wan kesên ku jibilî van tawanan di girtîgehan de ne, nîv bi nîv tê kêmkirin.

Li gor vê projeyasayê, dê heta 31ê Gulanê rê bi wan kesan bê dayîn bderkevin ku şert û mercên veguhastina bo girtîgehên vekirî bicih anîne, di egera berdewamkirina vîrusa koronayê de dikare ev mawe bi qonaxên 2 mehî, 3 caran bê dirêjkirin.

Herwiha azadkirina bi merc jî dema ku hikûmxwarî 4 li ser 5ê cezayê xwe li girtîgehê derbas kir, dê bê cîbicîkirin ku ev mawe jî 3 salan derbas nake.

Desthilata dozgerên Komarî ya rawestandina cîbicîkirina ceza bo 6 mehan di rewşên neçar de, bo salekê hat dirêjkirin.

Ew kesên ku nexweşiyeke giran li gel heye, kêmendam, temen mezin û kesên ducanî an jî temenê zarokê wan ji 6 mehan kêmtir e, li şûna bên girtin, dê biryara bi mercê kontrola edlî derbarê wan de bê dayîn.

Herwiha di çarçova vê projeyasayê de cezayê kesên rêxistinan damezrînin û birêve bibin, dê bê zêdekirin.

Li gor yasaya nû, bi kêmanî her 6 mehan carekê, rewşa girtiyan dê ji aliyê Desteya Çavdêriyê ve bê nirxandin.

Ji bo wan jinên ku temenê zarokên wan li jêrî 6 salan e û kesên temenê wan li jorî 70 salan e, maweyê azadkirina bi merc dê bibe 4 sal û herwiha ew kesên temenê wan li jorî 65 salan e û kêmendam in an jî nikarin jiyana xwe birêve bibin, dê bên azadkirin.

Di rewşa azadkirina girtiyan de bi mercê kontrola edlî, li ser rizamendiya hikûmxwarî, çavdêrî dê bi rêya cîhazên elektironîk bê kirin.

Di tawanên qaçaxcetiyê de jî, li gor nirxê alavên ku kar li ser hatiye kirin, dibe ku cezayê girtiyan bo niviyê an jî 2 li ser 3 bê kêmkirin.

Rudaw
Top