• Monday, 09 February 2026
logo

Zurfî bernameya kabîneya xwe pêşkeşî Parlamentoya Iraqê dike

Zurfî bernameya kabîneya xwe pêşkeşî Parlamentoya Iraqê dike
Ednan Zurfî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdar kirin, bernameya kabîneya xwe pêşkeşî parlamentoyê dike.

Serokwezîrê ku hatiye erkdar kirin bo pêkanîna hikûmetê Ednan Zurfî bi beyanameyekî ragehand, îro 04.04.2020ê bernameya kabîneya xwe dê pêşkeşî Parlamentoya Iraqê bike.

Ednan Zurfî ragehand, li gel pêşkeş kirina bernameya kabîneyê, daxwaz li serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî dike, civîna parlamentoyê bo bawerî dayîna bi endamên kabîneya wî birêve bibe.

Ji ber belavbûna vîrusa korona, parlamentoya Iraqê hemû civînên xwe rawestandiye.

Basnews
Top