Çûnûhatina otombîl û peyade bi yekcarî hat qedexekirin
Wezareta Navxwe di daxuyaniya xwe de diyar kir, qadexeya çûnûhatinê wek pêwîst nehatiye bicihkirin, ji ber wê hin biryarên nû derkirin, ji wan jî:
Çûnûhatina otombîl û peyade bi awayekî temam li tevahiya parêzgehên (Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Helebce û îdariyên serbixwe yên Raperîn ş Germiyan û li tevahiya yekîneyên îdarî) bo heyama 48 demjimêran hat rawestandin. Her kesek serpêçiyê bike, pêwîst e hêzên ewlehiyê yên raspêrdayî bi cibicîkirina biryara rawestandina çûnûhatinê ve tê desteserkirin û otombîla wan jî tê desteserkirin û li gor yasayê rêkar li hember wan tên girtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ew qedexeya ku dê ji roja Şemiyê, 04.04.2020 demjimêr 12.00 ve nîvro ve dest pê bike, dê 48 demjimêran berdewam bike.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de hatiye, market, nanxane û cihên bo xizmetkirina welatiyan ku rê pê hatibûn dayîn, dê bên girtin ji bilî dermanxaneyan ew jî gor siyeyên wan.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê tekez dike, tevgera bazirganiyê li deriyên sînorî û di navbera parêzgeha û îdareyên serbixwe de, li gor biryarên berê berdewam dibe
K24
