Serok Barzanî: Koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir karesat bû, lê nebû sedema ku doza Kurdî bimire
Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê bi bernameya Elsetrul Ewset a kanala MBC ya Erebî di çend bîranînên dema şoreşa Îlonê vegotin û behsa danûstandinên bi rêjîma Beis a Iraqê û helwestê welatên navçeyê û welatên Erebî kir.
MBC: Ma cugrafiya stem û zordarî li Kurd kiriye?
Serok Barzan: Bêgûman Cugrafiya stemkatiyeke mezin li hember kiriye.
MBC: Ewê her dem stemkarî li hemberê hatibe kirin, ditirse ku stemkariyê li xelkê bike?
Serok Barzanî: Ewê stemkarî li hemberê hatibe kirin û bi xwe jî stemariyê li hember xelkê bike, hêjayî wê yekê ku stemkariya zêdetir li hemberê bê kirin.
MBC: Kêm caran dibînin ku Kak Masûd Barzanî cilên Kurdî lixwe nekiriye. Çima?
Mesûd Barzanî: Ev cilê Pêşmerge ye, bawer im heger vî cilî lixwe nekim, dê bi awayekî din bê şîrovekirin, dibe jî bandorê li Pêşmerge jî bike.
MBC: Jiyana li çiya lê jiyana li qesrê, kîjan bi te xweştir e?
Mesûd Barzanî: Jiyana li çiya.
MBC: Jiyana li çiya ne zehmet e?
Mesûd Barzanî: Bi min na, jiyana li çiya xweştir e.
MBC: Dengê teqeyê ji te re çi wateyê dide?
Mesûd Barzanî: Mûzîk e.
Piştî çûna Barzaniyê Nemir bo Yekîtiya Sovyet û rûxandina rêjîma Paşayetî li Iraq:
Şeva bi telefonê tên agahdarkirin ku Barzaniyê Nemir vediger:
Mesûd Barzanî: Ez biçûk bûm. Min bersiva telefonê da, got tu kî yî? Min got, ez filan kes im. Got, gazî birayê xwe yê mezin bike, mebesta wî xwedê jê razî Luqman bû, ew şehîd bû. Min bi Luqman re got, kesek bi riya telefonê dibêje, nûçeyeke girîng li cem wî ye. Ji Luqman re got, sibe piştî nîvro bavê te vediger, xwe amade bikin. Me li firokxaneya Mosene pêşwazî lê kir, rojeke mezin bû û hemû gelê Iraqê daket ser kolanan ji bo pêşwaziyê lê bikin.
Mesûd Barzanî li ser Ebdulkerîm Qasim dibêje: Ebdulkerîm Qasim rê da bavê min veger Iraqê. Wê demê ku mamê min “Şêx Ehmed” di zîndanê de bû û sizaya bidarvekirinê li hatibû birîn, hat azadkirin. Rê da malbatên me vegerin herêmên xwe li Barzan. Tiştê herî girîng jî, di destûrê demkî de hat nivîsan “Ereb û Kurd hevparê vî welatî ne”, wê demê ev tiştekî mezin bû. Şaşîtiya mezin a Ebdulkerîm Qasim kiriye ew bû, kesên li derdora wî bandor lê kirin ku kesên gelekî şovenîzm bûn.
MBC: Kesên netewperetên Ereb bûn?
Mesûd Barzanî: Kesên netewperest û hinên din bûn, hîştin ku li hember Kurd raweste û ew gihandin cihekî ku gelekî dijwar bû jê vegere. Wan bandor lê kirin û hîşt ku ew gûmanê li bavê min bike, ku ewê bibe rêber û dê cihî wî bigire. Kesên li derdora wî, pirsine xeyalî xistin serê wî, li dawiyê jî riftarên ne hişmendane kir. Li dawî dibêjim, diviyabû rûbirûbûn bi Ebdulkerîm Qasim re nehatiba kirin, divê bi çi awayî ba, rûbirûbûn nebûbe, lê bû,
MBC: Mesûd Barzanî cara yekem di Şoreşa Îlonê de şer dike, di temenekî de hîna hoyî dîmenê şerkirinê nebûbû.
Mesûd Barzanî: Dema Şoreşa Îlonê destpê kir, di roja 11ê Îlona 1961an de bû, wê demê hêzên esmanî yên Iraqê bi tundî navçeyên Kurdistanê bombebaran kirin. Di 16ê Îlonê de em li cihekî li bakurê gundê Barzan bûn, li çiyayê Şîrîn. Ez bixwe li nava çaderekê de bûm, firokeya Mig em bombebaran kirin.
Min di 20 Gulana sala 1962an de pêwendî bi Şoroşê re kir, min çek hilgirt û heta roja îro.
MBC: Ji bo çi tu dibêjî Şoreşa Îlonê gewretirîn şoreşên Kurdî bû?
Mesûd Barzanî: Ji ber ku raperîn û serhildanên pêştir, navçeyî bûn û di sînorekî diyarkirî de bûn û demeke diyarkirî berdewam dibûn, dema wan kurt bû, salek yan kêmtir dibûn. Lê Şoreşa Îlonê berdewam bû û cengawerên hemû perçeyên Kurdistanê tê de beşdar bûn. Jinan zêrên xwe pêşkêşî şoreşê dikirin. Şerên gelekî dijwar û yekalîker rû didan. Ji wan şerên di bîra min de mane, şerê Zawîta 12. 12. 1961an bû, ew xaleke werçerxanê bû di şoreşê de. Şerê Hindirîn, Şerê Rewandiz. Şerê çiyayê Metîn. Şerên salên sala 1963an, ku dijwartirîn sal di temenê Şoreşa Îlonê de bû, di wê sale de serferberiya giştî hatibû ragihandin û her yek ji Îran, Tirkiye û Sûriye tê de beşdar bûn.
MBC: Hemûyan şerê Kurd kir?
Mesûd Barzanî: Li Sûriyê derbeya leşkerî hebû, du lîwayên artêşê şandin şerê me kirin, lê rastî şikestinê hatin. Wê demê bi riya efserekî hevahengî di navbera hêzên Tirkî û Iraqî de hebû ku baregeha wê li Mûsilê bû. Herwiha efserekî Îranî jî li Kerkûkê bû, hevahengiya temam di navbera Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hebû. Em hatin dorpêçkirin, lê spas ji xwedê re, em biser ketin.
Helwestên welatên Erebî li hember Kurd
MBC: Wê demê ti karvedaneke Erebî ku piştevaniya we dikir digihîşt we? Yan hemû Ereb bi gelemperê li dijî we bûn?
Mesûd Barzanî: Reng e gelek I welatên Ereban bi hinava xwe de bi me re bûn, li bi awayê aşkere, ti helwest nebûn, tenê piştî nakokî di navbera Partiya Beis û Cemal Ebdulnasir de derket, wê demê Mihemed Hesnên Heykel dest bi nivîsandina gotaran li rojnameya Ehrem kir û piştevaniya şoreşê kir.
MBC: Cemal Ebdulnasir, ji bilî piştevaniya manewî, ti piştevaniyeke madî bi we re kir, çek pêşkêşî we kir?
Mesûd Barzanî: Na, tenê piştevaniya manewî dikir.
MBC: Bandora wê piştevaniya manewî hebû?
Mesûd Barzanî: Ta astekî belê, lê ji aliyê meydanî ve, ti bandorekê wê nebû.
MBC: Wê demê Siûdiyê çi ji we re digot? Helwesta wan çawa bû?
Mesûd Barzanî: Nayê bîra min Siûdiyê rojekê li dijî me rawestiyabe. Beşek ji welatên Erebî piştevaniya serkeftinên xeyalî yên Iraqê dikirin, lê ji aliyê Siûdiyê me tiştek nebihîşt ku li dijî Kurd ti helwest nîşan dabe.
