Hevpeymaniya Navdewletî 1.2 milyon dolar alîkarî pêşkêşî HSDê kir
Di daxuyaniyekê de, Hevpeymaniya Navdewletî (Hêza Erkê Hevkarî û Pêngava Cidîbûna Cewherî), di çarçova tedbîrên rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê, li Heseke û Şedadê bi nirxê 1.2 milyon dolarî pêdawîstî dabîn kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, alavên bijîşkî dê alîkariyê xebatkarên li nexweşxaneyên Hesekê û Şedadê û herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) û hêzên Asayişê yên li ber kampên desteserkirinê bikin.
Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê kiriye, COVID-19 bûye sedem ku çavkaniyên bijîşkî li seranserê cîhanê kêm bibin û tekez kiriye, armanca vê piştgiriyê ew e ku amûrên pêwîst bigihêjin HSDê da ku nehêle vîrus zêdetir li nav gelheya bêçare belav bibe.
Cîgirê Birêveberê Têkiliyên Sivîl ê Hevpeymaniya leşkerî ya navdewletî ya dijî DAIŞê Kolonel Brian Henderson diyar kiriye, "Di vê deme de ku hevbeşên me seqamgiriya li herêmê pêk tînin, hevpeymanî dê piştgiriya xwe ji bo xebatên wan berdewam bike.”
Henderson tekez kiriye, “Ev hevbeşiya berdewam, ji çarçoveya pandemîk berfirehtir e û ji bo peywira HSDê ya pêkanîna ewlekarî û seqamgiriyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê jî giring e.”
Ew alavên xwepararstinê yên şexsî yên wek lepikên lateks û mask û herwiha amûrên nişteriyê, defibrilator, oksîjenpîv(alavên oksîenê dipîve) ji nexweşxane û tesîsên desteserkirinê yên li seranserê herêma Hesekê û Şedadêyê re hatine dabînkirin. Li gel wan, zirxên şexsî ji bo pasevanan hatine dabînkirin ku mask, mertal û çovên lêdanê di nav wan de ne.
Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê dike, li çend tesîsên desteserkirinê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku nêzîkî 10 hezar milîtanên DAIŞê li wan tên girtin, HSD bi temamî berpirsyara operasyonên rojane ye.
Herwiha hatiye gotin, “Parastina tenduristî û ewlehiya kesên desteserkirî tiştekî bingehîn e ji bo ku rê li ber tundûtûjî û hewlên revê were girtin. Hevpeymanî ji bo piştgiriya hevbeşên me yên ewlehiyê, perwerdehî û amûran dide da ku bikarin peywira xwe ya giring pêk bînin û nehêlin DAIŞ careke din serî hilde.”
Berdevkê Hevpeymaniyê Kolenel Myles B. Caggins jî tekez kiriye, “Hevbeşên me li Sûriyeyê bêtirî 20 kampên desterkirina DAIŞê kontrol dikin û bi temamî berpirsyarên sexbêriya wan in" û got, “Di bin madeya 1209ê ya Dewletên Yekbûyî ya Destûrdana Parastina Neteweyî ya 2015an, Fonkirin û Sazkirin (CTEF) alîkariya diravî jî dide HSDê da ku operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê pêk bîne. Di mijara COVID-19ê, CTEF herwiha destûrê dide ku fon ji bo bidestxitina amûrên xweparastina şexsî ji hevbeşên me yên li Sûriyeyê û girtiyên wan ên DAIŞê jî bê mezaxtin. Divê her kirareke kirrînê di pêvajoyên guncav ên daxwaz û nirxandinê re derbas bibe.”
Hatiye tekezkirin, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) îsal, 200 milyon dolar ji bo piştgirtina HSDê destnîşan kirin, bi taybetî ji bo peywira dijî DAIŞê.
Herwiha hatiye diyarkirin Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja 27ê Adarê ji bo COVID-19ê alîkariya mirovî û ya tenduristî ya bi qasî 16.8 milyon dolarî ragihand.
Hevpeymaniya Navdewletî tekez dike, alîkarî encama xebata hevbeş a Navenda Operasyonên Leşkerî-Sivîl a Dijî DAIŞê ya Rahênan, Fonkirin û Sazkirinê CJTF-OIR – Şedadê û Kordînasiyona û Navenda Operasyonên Leşkerî -HSDê bûye.
Rudaw
