Tirkiye: Kesên jiber Korona canê xwe jidest dayî gihişt 425an
Piştî civîna Desteya Zanistiyê ya Tirkiye Wezîrê Tendirustî yê Tirkiye Fahrettin Koca civînek çapemeniyê lidar xist û rgaihand, ku di 24 demjimêrên borî de 2 hezar 786 kes tûşî Vayrosa Korona (Covid -19) bû ye, 69 kesan jî jiyana xwe jidest da ye.
Koca anî ziman: “Di 24 demjimêrên borî de 16 hezar 160 pişkinîn hatine kirin. 2 hezar 786 tûşbûyî hatine eşkere kirin. 69 welatiyan jiyana xwe jidest da ye û hejmara miriyan ji Covid -19 gihiştiye 425an. Hejmara tûşbûyan jî 20 hezar 921 kes in”.
K24
