Tirkiye: Helin Bolek, di greva birçîbûnê de jiyana xwe jidest da
Endama koma mûzîkê Grup Yorum, Hêlîn Bolek tevî hevalê xwe Îbrahîm Gokçek, 288 roj berê bi armanca şermezarkirina zext û fişarên li ser koma mûzîka wan, li Dêrsimê Meydana Seyîd Riza dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Endamên koma mûzîkê dixwestin qedexeya konsêrtan li ser koma wan were rakirin û fişarên li ser Navenda Çanda Îdilê bên dawîkirin. Dayika Hêlînê dibêje, dema dest bi grevê kirin senga Hêlînê 70 kîlo bû lê daketibû jêr çil kiloyan.
K24
