• Monday, 09 February 2026
logo

11 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Koronayê bûn

11 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, encamên nû yên pişkinînan ragehand û aşkera kir, 11 kesên din tûşî Vayrosa Koronayê bûne li Herêma Kurdistanê.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Derencamên nû..

Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, 11 tûşbûyên nû bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) hatin destnîşankirin, ku (6) zelam, (2) jin û (3) zaro ne, bi vî awayî:

7 li parêzgeha Silêmanîyê, bekevtîyên tûşbûyên berê ne û yek jî berê geşta Îranê kiribû.

3 zaro li Parêzgeha Helebce, berkevtîyên tûşbûyên berê ne.

1 li qeza ya Derbendîxan berkevtîyê tûşbûyekê berê ye.

Wezareta Tenduristîyê

2yê/Nîsan a/2020
Top