• Monday, 09 February 2026
logo

Dahênerê Rojavayî amûreke henasedanê çê kir

Dahênerê Rojavayî amûreke henasedanê çê kir
Li Amûda Rojavayê Kurdistanê hemwelatiyek amûreke henasedanê çê kir.

Serdar Tizyanî yê 51 salî û ekîba xwe li bajarê Amûdê amûreke henasedanê ji parçeyên cilşoyan û yên traktoran û hin tiştên din çêkir.

Serdar Tizyanî dibêje, “Perçe li vir peyda nabin lewma ji perçeyên ber dest me çê kir perçeyek ji cilşoyê yek ji traktorê yên derasan û henik sûndeyên, me li gor dixwaza pizîşkan çêkiriye, henase eyar kiriye.”

Rêveberiya Xweser jî dibêje, karê Serdar dike, gelekî baş e û ew dikarin sûdê jê werbigirin û ew piştgîriya wî dikin û çi ji bo Serdar lazim be, ew dê bikin.

Desteya Tendirustiyê ya Herêma Cizîrê dahênana Serdar dît û li gor ji aliyê tendirustî ve amûr karê xwe dike û derfet heye ku hîn bêtir bê pêşxistin.

Menal Mihemed, Hevserokê Desteya Tendirustiya Herêma Cizîrê dibêje, “bi rastî em ji karê wî matmayî man û amûra wî pir baş e ji bo nav ambulansê, wî soz daye me ku amûra xwe hîn bi pêş bixe û weke rêveberî û Desteya Tendirustî em dê alîkariyê jê re pêşkêş bikin.”

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 27 amûrên henasedana destkird hene ku beşek ji wan kar nakin.

Rudaw
Top