• Monday, 09 February 2026
logo

Li Îtaliya Yekem haleta çêvebûnê ji koronayê bi rê ya çareserîya Pilazma hat tomarkirin

Li Îtaliya Yekem haleta çêvebûnê ji koronayê bi rê ya çareserîya Pilazma hat tomarkirin
Çavkanîyên Tenduristîya Îtaliya aşkera kirin, ku yekem haleta çêvebûnê ji Vayorsa Korona ya Nû (KOVID-19) hate tomarkirin bi rêya bikarhînana Pilazam ya xwîna kesên ji Vayrosê çevebûne.

Ajansa AKÎ ya Îtaliya dûhî ragehand, ku ezmûna Pilazma li nexweşxane ya San Matiyo ya fêrbûnê li bajarê Bafya, li başûra Mîlano, di herêma Lombardîya hatîye encamdaan.

Aşkera jî kirîye, ku dû pizîşkên taybetmend (jin û mêr in) yekem kes bûn xwîna xwe bexşîn û ew jin û mêr ji destpêkê tûşî Vayrosa Koronayê bibûn.

Rojname ya Rîpoblîka ya Îtalî jî ragehandibû, ku pizîşkan dest bi ezmûnê li ser 20 nexweşan kirin e derzî ya Pilazma ya xwîna kesên çêvebûyî bo wan danan e.

Pilazma yek ji pêkhateyên xwînê ye û madeyeka ron û ruhin e û rengê wê tam zere û rêjeyeka mezin ji leşokên dijkar têde heye ku piştî çêvebûn ji nexweşîyê durist bûye.

Raportê amaje kirîye jî , ku ev hizir ji alîyê tîmeka ser bi nexweşxaneyên San Matiyê li Bafya hat bi serokatîya pirofîsor Sîzar Bîrotî, ku biryar da dest bi ezmûnên çareserîyê bike bi rê ya pilazmayê.

K24
Top