Wezîrê perwerdeyê pilana wezareta xwe bo xwîndina ev sal belav kir
di wê peyamê de hatîye, Civata Wezîran di civîna xwe de, bi serokatîya Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Qubad Talebanî û endamên Civata wezîran, piştî gêngeşekirina pilana wezareta Perwerdeyê, biryar hate dan, xwîndkar bihên dilniyakirin ku ev sala xwîndina wan ji dest naçe.
Herweha hatîye, heke kontirolkirina Vayrosa Korona rê bide, li 2/5/2020 xwîndingeh dê bihên vekirin û dûv re jî pilan û xişteya xwîndinê pêşkeş kirîye bo dewam û taqîkirinên ev sal yên hemû qonaxên xwîndinê.
Di dawî ya peyamê de hatîye, ev pilan û xişte ya hanê bû haletekê ye, heke em karîn di dema hatîye destnîşankirin, xwîndin careka din dest pê bike, bo her egerek din wezareta Perwerdeyê pilana amadekirî pêşkeşî civata wezîran kirîye û Civata Wezîran di wêbwarê de dê biryader bide.
