• Monday, 09 February 2026
logo

Hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li Tirkiyê 18 hezar derbaz kir

Hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li Tirkiyê 18 hezar derbaz kir
Wezîrê Tenduristîya Tirkiyê, Fexredîn Qoce ragehand, zêdetir ji 2,400 haletên nû tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî welatî, di 24 demjimêrên burî de hatin tomarkirin û hejmara tevaya tûşbûyan jî gehişte 18,135 haletan.

Qoce li ser Tiwîterê nivîsye, 2,456 haletên nû yên tûşbûnê hatine tomarkirin, anku hejmara tûşbûyan gehişte 18,135 kesan. Herweha evro, 79 haletên mirinê hatine tomarkirin û hejmara haletên mirinê gehişte 356 kesan û 415 nexweş jî hatine çareserkirin.

Nivîsîye jî, %82 ji nexweşên di 24 demjimêrên bûrî de mirine, temenên wan ji 60 salan zêdetir bûne.

Tevî vê yekê jî, serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan got: Ew dikare li şerê Vayrosa Korona serkeve û amaje kir, ku bi hevberkirin li gel gelek welatên din; rewş li Tirkiyê başe.

K24
Top