• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ji bo kêmderfetên Kurdistanê daxwazekê arasteyî Iraqê dike

Nêçîrvan Barzanî ji bo kêmderfetên Kurdistanê daxwazekê arasteyî Iraqê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwazekê arasteyî parlamentoya Iraqê dike bo ku pişkeke pere bo kêmderfetên Herêma Kurdistanê bê terxankirin.

Fewzî Herîrî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî di mijara tedbîr û rêkarên bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, piştgiriya pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û biryarên wezaretan dike.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê pirsê de berdewam li gel Bexdayê li ser xet e û sibê an du sibê, Nêçîrvan Barzanî, dê nivîsekê arasteyî parlamentoya Iraqê bike û daxwaz bike pişkeke pere bo Herêma Kurdistanê terxan bikin bo ku alîkariya hemwelatiyên kêmderfet ên li Kurdistanê bê kirin.

Fewzî Herîrî ji Rûdawê re diyar kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di heyama çend rojên derbasbûyî de, çend caran peywendiyên telefonî li gel Ednan Zurfî, raspardiyê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, pêk anîne û serokwezîr jî bi heman şêweyî li gel axiviye derbarê pêkanîna kabîneyê de.

Derbarê pişgirtîkirina Ednan Zurfî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, Fewzî Herîrî, helwesta Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand û got, “Serokê Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku kêşe li gel palpiştkirinê nîne, her dema Zurfî li nav parlamentoya Iraqê rûniştinek bo sondxwarinê saz bike, Herêma Kurdistanê dê piştevaniyê bike.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got jî, “raspardina Zurfî karê aliyên Şîe ye û Herêma Kurdistanê vê yekê baş dizane, ji ber wê yekê Serokatiya Herêma Kurdistanê tenê dixwaze Kurd di gotûbêjên wê pirsê de yek deng û yekrêz bin.”

Fewzî Herîrî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Rûdawê da.

Maweyê Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm maye, helwesta Herêma Kurdistanê çi ye?

Ji yekem rojê ve, Herêma Kurdistanê gelek bi zelalî biryara wê yekê daye ku berbijêrkirna Serokê Encûmena Wezîran li Bexdayê, destpêkê karê grûpên Şîe ye. Em weke Herêma Kurdistanê, pêwîst e yekrêziya xwe biparêzin di gotûbêjan de. Heta niha cenabê Ednan Zurfî çendîn car li gel cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, bi telefonê giftugo kiriye. Duh Serokê Encûmena Wezîran jî behs kir ku bi telefonê peywendî li gel kiriye.

Me ew bername pesend kiriye ku Ednan Zurfî pêşkêş kiriye. Hemû daxwazên Herêma Kurdistanê diyar in û pêwîst nake em behs bikin, ku tekez kirine li destûra Herêma Kurdistanê, navçeyên veqetandî, mûçeyên Herêma Kurdistanê, mûçeyên fermanberan, Pêşmerge û ew mijar hemû tekezî li ser kiriye. Cenabê Serokê Herêmê jî tekezî li ser wê kiriye ku ti kêşeyeke me li ser palpiştkirina wî birêzî nîne. Pêwîst e ew bi xwe li gel aliyên Şîe rêk bikeve. Ji ber ku ew dibe nûnerê wan û berbijêrê Şîeyan e.

Eger Zurfî bikare rûniştineke parlamentoyê bo sondxwarinê pêk bîne, em li Herêma Kurdistanê, ti gumanek me nîne, em ê piştevaniyê bikin.

Dema hûn dibêjin, em piştevaniyê dikin, wate ew e ku rêkevtin li ser wan daxwazên Herêma Kurdistanê heye ku di hikûmraniya xwe de cîbicî dike?

Bêguman ew bername, wisa berdewam dibe di cîbicîkirinê de, bo nimûne, ew rêkevtina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Adil Ebdulmehdî ku berî çend mehan hat kirin, jibilî daxwazên din. Herêma Kurdistanê ti kêşeyek li gel kesayetan nîne, me her tim tekezî li wê kiriye, divê dawakariyên Herêma Kurdistanê bên cîbicîkirin. Her kesek bê em piştevaniyê lê dikin li parlamentoyê û niha em çaverêyî wê dikin ku ew bi xwe bikare wê rûniştinê li gel aliyên peywendîdar li parlamentoya Bexdayê bike. Duh biryar bû bi xwe bigihije Herêma Kurdistanê û dîdar li gel Serokê Herêma Kurdistanê û hinek aliyên din encam bide. Ji ber sedemeke teknîkî nekarî bê, lê biryara bê.

Biryar e kengî bê?

Niha ne diyar e, bo kengî tê nûkirin, lêbelê bi rêya telefonê peywendî berdewam e. Em piştgiriyê dikin eger bikare li parlamentoyê dengan kom bike.

Hewlên li gel Bexdayê bo alîkariya kêmderfetan di rewşa niha de

Hûn weke Serokatiya Herêma Kurdistanê çi peywendiyek we hebûye li gel Bexdayê ji bo dabînkirina alîkariyan bo kêmderfet û alîkarkirina Herêma Kurdistanê?

Em li gel Bexdayê li ser xetê ne, cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, tekezî li wê kiriye, weke Herêma Kurdistanê, piştgiriya hemû pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Ew biryarên ji aliyê Serokê Encûmena Wezîran û Encûmena Wezîran bi giştî û bi taybetî tendirustî û navxwe, der kirine, em piştgiriya hemûyan dikin. Em li gel Serokomar, Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Encûmena Wezîran li ser hêl in. Sibê yan du sibê, Serokê Herêma Kurdistanê dê nivîsekê arasteyî Parlamentoya Iraqê bike û daxwaz jê bike pişkeke pere bo kêmderfetên Kurdistanê terxan bikin, bo kêmendam û ew ên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, ku beşa Herêma Kurdistanê jî tê de be. Wate em di wê mijarê de berdewam in û di heman demê de jî me piştgiriyeke temam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtiye ber ku bikare di vê rewşê de serkevtî be.

Aliyekî wê girîfta çê bûyî, peywendî bi Iraq û Herêma Kurdistanê heye, ew a din li ser asta derve ye. Niha rewşeke zehmet berê xwe daye Herêma Kurdistanê ku ew vîrusa Koronayê ye û ew a di jî xerabiya rewşa aboriyê ye, wate; erzanbûna nirxê petrolê ye.

Rewşa aboriya cîhanê û karîgeriya li ser Herêma Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê, kak Nêçîrvan Barzanî dikare çi bike bo ku welatên cîhanê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin?

Pirsgirêk bi xwe du beş e, beşa şewba koronayê ku kêşeyeke tendirustî ye û hemû cîhan li xwe girtiye. Beşa din jî şewba aborî ye ku wê jî hemû cîhan li xwe girtiye û em jî beşek in ji wê pirsgirêkê. Serokê Herêma Kurdistanê, di gelek waran de li ser hêlê bûye û bêguman dusibê (Şemî), nivîsekê dişîne ku tê de hevxemî û serxweşiya gelê Kurdistanê digihîne serokên Çîn, Amerîka, Serokê Îranê, Serokê Îtalyayê û Serokê Fransayê ku ev dostên gelek nêzîk ên Herêma Kurdistanê ne û hejmareke zêde ya xelkê wan koça dawî kiriye ji ber vê şewbê. Ji ber wê yekê hevxemiya gelê Kurdistanê digihîne wan welatan ku gelek girîng e. Wan jî bêguman kêmterxemî nekirine di alîkarkirina Herêma Kurdistanê de di vî warî de. Em derbarê tendirustiyê de, piştgirên hemû biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne. Em bi rêya we, bi rêya ekranên Rûdawê, daxwaz dikin, hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê pabend bin bi rênimayan. Kêşe gelek nakişîne, weke ez pêşbînî dikim, dê mehek bo sê meh bikişe û em dê xudahafizî li koronayê bikin.

Rudaw
Top