Nirxê petrolê di nava rojekê de rekor şikand
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand: “Ez pêşbînî dikim û hêviya min ev e ku rojane 10 milyon bermîlên petrolê kêm bikin, dibe ku zêdetir ji wê hejmarê jî kêm bikin.”
Daxuyaniya Trump her zû bandoreke erênî li bazara cîhanî ya petrolê kir û roja Pêncşemê 2ê Nîsanê nirxê petrolê bi rêjeya %30 bilind bûbû û gihîştibû 30 dolar û 78 sentan. Nirxê petrolê herwiha îro jî li ser bilindbûnê berdewam bû û niha nirxê her bermîleke petrola Brentê gihîştiye 31 dolar û 79 sentan.
Herwiha nirxê petrola Teksas a Amerîkayê jî îro bo 25 dolar û 19 sentan bilind bûye.
Hikûmeta Siûdiyê daxwaza civîneke bilez a OPEC Plus kiriye û dibêje, civîna awarte bo wê yekê ye, ku li ser nirxê petrolê bigihin rêkevtinekê, daku hevsengî vegere bazara cîhanî.
Siûdiyê herwiha ragihandiye, daxwaza pêkanîna civîneke bi vî awayî li ser daxwaza Serokê Amerîkayê ye.
Rudaw
