• Monday, 09 February 2026
logo

Nirxê petrolê li bazara navnetewî bilind bû

Nirxê petrolê li bazara navnetewî bilind bû
Bermîla petrola brent li bazara navneteweyî bi 23,99 dolaran tê firotin.

Bermîla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.11 pê ve li gor duh ji sedî 7,7 zêde bû û derkete 23,99 dolarî.

Bermîla petrola brent duh bo 22,73 dolaran bilind bibû, lê di dawiya rojê bo 22,27 dolaran daket.

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 21,48 dolarî hat firotin.

Rêveberiya Enformasyona Enerjiya Amerîkayê diyar kir ku li wî welatî petrola ambarkirî hefteya çûyî 13,8 milyon bermîl zêde bû (ji sedî 3) û derkete 469,2 milyon bermîl. Hêviya bazarê ew bû ku 4 milyon bermîl zêde bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku têkoşîna bihayê pertolê ya di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de dê bi lihevkirinê temam bibe li ser vê hêvî zêde bû û bihayê pertolê zêde dibe.

Ji aliyê din ve Serokê Rûsyayê Vladimir Putînjî got ku ji bo bazara petrolê pêwîstî bi çareseriyekê heye.

Pispor dibêjin welatên hilberînerê petrolê dixwazin ji bo bihayê petrolê tedbîr werin hildan ev jî hêviya çareseriyê zêde dike.

Kêmbûna daxwaza bo petrolê li ser asta cîhanî û bi taybet ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, herwiha rêknekevtina Siûdiye û Rûsyayê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê wek sedemên sereke yên daketina nirxê petrolê tên dîtin.

Erebistana Siûdiyê soz daye ku bazaran tejî petrola erzan bike û şerê nirxê petrolê li dijî Rûsya û berhemhênerên din ên petrolê dest pê kiriye, ew yek jî di demekê de ku daxwazeke zêde li ser petrola xav di asta cîhanê de nemaye, bûye sedema daketina buhayê petrolê bo asta xwe ya herî kîm di salên dawiyê de.

Amerîka ku ji daketina nirxê petrolê zirarê dibîne, gelek caran guvaş li Siûdiyê kiriye daku dest ji şerê nirxan berde û hevsengiyê vegerîne bazara petrolê, lê belê berpirsên Siûdiyê neçûnê jêr barê wan guvaşên Amerîkayê û ragihandine, ew amade nînin ji bo dîtina çareseriyekê bo daketina nirxên petrolê li gel Rûsyayê bicivin.

Rudaw
Top