Profesor Maura Grossman ji bo Gulanê: Danîna standardeke cîhanî ji bo rêgirtina li encamên neyînî yên zîrekiya çêkirî gelek zehmet e û dewlet naxwazin ew hebe.
Profesor Maura Grossman ji bo Gulanê: Danîna standardeke cîhanî ji bo rêgirtina li encamên neyînî yên zîrekiya çêkirî gelek zehmet e û dewlet naxwazin ew hebe.
Maura Grossman, profesor û lêkolîner e li Koleja Zanistên Komputerê li Zanîngeha Waterloo, herwiha profesorê niştecî ye li Koleja Osgoode ya Yasayê li Kanadayê. Wekî din, ew parêzer e di warê vedîtina elektronîkî de û şêwirmenda yasayî ya şîrketan bûye li New Yorkê, û parêzerî ji bo zêdetirî 100 şîrketên mezin li cîhanê kiriye. Ji bo axaftina li ser bandorên neyînî yên zîrekiya çêkirî û pêşketina teknolojiyê li ser hemû sektorên cuda yên civakê, bi taybetî sektorên jiyanî yên wekî "tenduristî, perwerde, yasa, û dadwerî", me ev hevpeyvîn bi wê re pêk anî.
Pirs: Şîrketa Google û şîrketên mezin ên din hin pergalên zîrekiya çêkirî yên wekî "NotebookLM" û "AlphaGenome" bikar tînin ji bo piştgiriya lêkolînên zanistî û herwiha ji bo analîzkirina genoma mirov. Pirs ev e, bi têkelbûna kûr a zîrekiya çêkirî di warên jiyanî yên wekî çavdêriya tenduristî û xwendinê de, pîvanên yasayî û protokolên ji bo ceribandina ewlehî û rastbûna encamên van amûran û bikaranîna wan bi awayekî berpirsiyar çi ne?
Bersiv: Bi hatina pergalên zîrekiya çêkirî, wekî "NotebookLM" û "AlphaGenome", bo her du warên jiyanî yên çavdêriya tenduristî û lêkolînê ku dikarin roleke girîng tê de bilîzin, divê ew qonaxa ku zîrekiya çêkirî sektora teknolojiyê bi awayekî xwerêkûpêkkirinê (self-regulation) birêk dixe, derbas bikin. Divê ev amûr bikevin çarçoveya pîvanên protokolî û gelek bi hûrgilî û tundî werin ceribandin, mîna wan pergalên zîrekiya çêkirî yên ku di çêkirina dermanan de tên bikaranîn, ku encama dermanan bi piştrastkirina pir-qonaxî, venêrîna klînîkî (pizişkî), şefafiyet derbarê daneyên rahênanê û sînordarkirina bikaranîna wan daneyan jî di nav xwe de digire. Ji ber vê yekê, pêwîst e desteyeke çavdêriyê ya serbixwe ku baştir e pisporên pir-taybetmend di warê zîrekiya çêkirî de, kesên pispor di warê civaknasî, etîk û pizişkiyê de tê de bin, were damezrandin. Girîng e ku ev komîte berî ku ev pergal werin bikaranîn an bi awayekî berfireh werin belavkirin, ewlehiya van pergalan garantî bike û paşê wan pesend bike û rê bide ku bi berfirehî werin bikaranîn. Li ser van hemûyan re, divê pîvanên yasayî hebin ku ravekerî (explainability) ji aliyê şîrketan ve misoger bike, da ku bikarhênerên van pergalan wekî "nexweş, pizişk, perwerdekar" karibin ji wan encaman fêm bikin û karibin pirsan li ser wan encaman bikin an rexne li wan bigirin. Lewma, bêyî cîbicîkirina mekanîzmaya berpirsiyariyê, em rûbirûyî metirsiyeke mezin a têkelkirina van pergalên zîrekiya çêkirî dibin, ku em nizanin çawa kar dikin, bi taybetî di wan waran de ku bi nexweşan û çêkirina dermanan ve girêdayî ne ku mijara jiyan û mirinê ye.
Pirs: Hûn xwedî ezmûneke mezin in di warê mafên "milkê hişmendî û vedîtina elektronîkî" de, lewma em wek rojnamevan û medyakaran girîngiyeke mezin didin nêrînên we. Niha, gelek nivîskar û weşanxaneyên serbixwe û ajansên nûçeyan gilî dikin ku pergalên zîrekiya çêkirî berhemên wan ji nû ve dirêsin û berhemeke din jê çêdikin, bêyî ku mafê milkê hişmendî yê xwediyê wê li ber çavan bigirin. Ev diyarde heta çi radeyê naveroka mafê milkê hişmendî pûç kiriye?
Bersiv: Derbarê ji nû ve dariştina berhemên rojnamevanî ji aliyê pergalên zîrekiya çêkirî ya berhemîner (Generative AI) ve, bêyî ku îşaret bi çavkaniyê were kirin an ti tezmînatek ji xwediyê wê re were dayîn, ev yek kêmasî û metirsiyeke berbiçav li ser yasaya mafê milkê hişmendî çêkiriye. Di vê yasayê de madeyeke derbarê bikaranîna dadperwerane (Fair Use) ji bo mirovan heye, lê ev yasa amûrên teknolojiyê nagire nav xwe û heta niha ti pîvan û yasayek nehatiye danîn ku bi awayekî rast teknolojiya zîrekiya çêkirî pêbend bike ka çawa bi ji nû ve bikaranîna berhemên hişmendî û rojnamevanî re mijûl bibe. Her çend dibe ku hin bend û madeyên yasaya mafê çapê (Copyright) werin berfirehkirin, lê bi baweriya min niha pêwîstiya me bi çarçoveyeke yasayî ya nû heye, da ku em karibin bi pergalên zîrekiya çêkirî re mijûl bibin. Dibe ku vegerîna li têgeha mafê "bêhempa yê mînakî" (sui generis right) ku di çarçoveya vî mafî de dikare bi awayekî diyar bi naveroka afirîner re mijûl bibe û bi kîjan mercan rê tê dayîn ku ev naveroka afirîner di rahênan û ji nû ve berhemanîna zîrekiya çêkirî de were bikaranîn.
Saziyên çap û weşanê, bi taybetî wekî dezgehên mezin ên medyayê û weşanxaneyên serbixwe, pêwîst e mekanîzmayeke guncaw ji bo parastinê û şêwazeke yasayî ji bo dabeşkirin û birêvebirina dahatên xwe birêk bixin. Wekî din, metirsiya wê heye ku rewşeke aborî ya wisa derkeve holê ku tê de pêgeh û naveroka berhemên hişmendî ji aliyê heman wan amûran ve were lawazkirin, ku dibin parazît li ser berhemên hişmendî.
Pirs: Lûtkeya pêşerojê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bi sernavê "Zîrekiya Çêkirî ji bo Berjewendiya Herdemî ya Mirovan" (AI for Good), gelo tê çaverêkirin ku standardên nû yên cîhanî ji bo bikaranîna zîrekiya çêkirî di warê çavdêriya tenduristiyê de pêşkêş bike? Em bi kelecan in ku nêrîna we li ser vê hewildanê bizanibin. Herwiha, gelo birêvebirina globalî ya tenduristiyê ji aliyê zîrekiya çêkirî ve dê bibe rastî, bi taybetî dema ku em dibînin ku yasayên taybetmendiyê (Privacy) û berpirsiyariya yasayî (Liability) hîn jî di navbera welatan de gelek perçebûyî û neyekgirtî ne?
Bersiv: Derbarê rêveberiya globalî ya zîrekiya çêkirî di warê tenduristiyê de û lûtkeya "Zîrekiya Çêkirî ji bo Başiyê" ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, bêguman ev destpêşxerî gaveke rast e, lê lihevhatina li ser standardên cîhanî yên rastîn ji bo zîrekiya çêkirî di warê çavdêriya tenduristiyê de erkekî giran e. Pirsgirêk du alî ye, yekem: yasayên parastina nepeniya daneyan û berpirsiyariya yasayî ji welatekî heta yê din gelek cuda ne. Duyem: heta di nav wan welatên ku nêrînên wan ên hevpar hene, şiyana cîbicîkirina yasayan yekgirtî û ne bi îstîqrar e. Digel vê yekê, heke em dest bi danîna bingehekî destpêkî jî bikin ku hêviya pêşketinê di vî warî de çêbibe, dibe ku mîna Yasaya Giştî ya Parastina Daneyan (GDPR) ku niha li ser asta Ewropayê tê meşandin, welatên din jî karibin wê pêş bixin û karê binyadî li ser bikin. Divê ev standard van xalan li xwe bigirin: razîbûna pêşwext, hêjayî ravekirinê bûn (explainability), piştrastkirina klînîkî, û herwiha piştrastkirina li dijî cûdakariya algorîtmîk.
Ji bo ku standardan bandoreke rastîn hebe, pêwîst e her modelek rêveberiya globalî ji bo sektora tenduristiyê, dengê welatên başûrê cîhanê (xizan) jî li xwe bigire, da ku em piştrast bibin ku polîtîka dadperwerane ne, ne tenê modelek îthalkirî ya welatên dewlemend bin.
Pirs: Gelek pergalên zîrekiya çêkirî yên niha yên cîhanê, bi awayekî serekî li ser daneyên zimanê Îngilîzî û Rojava tên rahênankirin, ku gelek caran ew dane ne nîşana rastiyên welatên başûrê gerdûnê ne. Welatên wekî herêmên Rojhilata Navîn, çawa dikarin garantî bikin ku ew amûrên zîrekiya çêkirî yên ku di warên wekî "tenduristî, yasa û perwerdeyê de" tên bikaranîn, ji aliyê çandî û zimanî ve ji bo civakên wan guncaw in?
Bersiv: Derbarê şêwazên rahênanên pergalên zîrekiya çêkirî li ser zimanê Îngilîzî û çanda Rojava de, yek ji awayên herî paşguhkirî yên alîgiriya algorîtmîk, dûrxistina çandî û zimanî ye. Ji ber vê yekê, dema ku pergalên zîrekiya çêkirî (AI) zêdetir li ser daneyên Rojava û zimanê Îngilîzî tên rahênankirin, gelek caran encamên wan di nîşandana jiyana rastî ya wan civakên ku li başûrê cîhanê dijîn de, têk diçin. Ji bo rûbirûbûna vê yekê, pêwîst e welatên Rojhilata Navîn veberhênanê di binesaziya databêsên navxweyî de bikin, ku databêsên vekirî (open datasets) bi ziman û zaravayên herêmî li xwe bigirin. Bêguman hevkariya sektora giştî û taybet dikare alîkar be di dabînkirina budceyê de ji bo çêkirina modelên taybetmend bi warên diyarkirî, bi taybetî di warê tenduristî û perwerdeyê de. Herwiha, gelek girîng e ku desteyên rêkxer ên navxweyî û rêxistinên civaka sivîl, beşdarî bibin di pêvajoya kirîn û nirxandina zîrekiya çêkirî de, da ku pergal tenê neyên îthalkirin, lê belê bi awayekî aqilane werin guncandin. Têde girtin û beşdarîpêkirin ji qonaxa rahênanê dest pê dike, ne piştî bikaranîna pergalên zîrekiya çêkirî.
Pirs: Peymana dawî ya yekbûna herdu sendîkayên ekranê yên wekhev "SAG-AFTRA" li Amerîkayê, parastineke mezin ji bo dengê lîstikvanan peyda kiriye, li dijî xirab bikaranîna şêwe û daneyên wan ên biyometrîk ji aliyê pergalên zîrekiya çêkirî ve. Lê li gelek herêmên cîhanê - ku herêma me jî di nav de ye - hîn jî parastina yasayî gelek kêm heye. Welatên nû-pêşkeftî dikarin çi gavan bavêjin, çi ew rê "yasayî, siyasî, yan jî hişyarkirina giştî" be, ji bo ku parastina welatiyên xwe bikin ji wê yekê ku deng, rû, an daneyên wan ên kesane ji aliyê zîrekiya çêkirî ve bêyî razîbûna wan neyên bikaranîn, an ji bo qezenca darayî sûd jê neyê wergirtin?
Bersiv: Derbarê parastina daneyên biyometrîk li welatên ku parastina wan a yasayî lawaz e gelek metirsîdar e, ev jî ji ber wê yekê ye ku daneyên biyometrîk wekî "rû, deng û şopa tilî" agahiyên gelek bêhempa û hestiyar in û bi tiştekî din re nayên berawirdkirin. Dema ku ew diherikin an dikevin ber metirsiyê, gelek caran zirara wê nayê telafîkirin. Pêwîst e welatên nû-pêşkeftî pêşwext girîngiyê bidin derxistina yasayên parastina daneyan û bi taybetî teknolojiyên biyometrîk û naskirina rû birêk bixin, heta eger ev proje pêwîstî bi derxistina yasayeke berfireh jî hebe ji bo zîrekiya çêkirî. Herwiha, dariştina polîtîkayên qonaxî û kampanyayên hişyarkirina civakê, dikarin alîkar bin ji bo ku dizîna daneyên biyometrîk were sînordarkirin. Digel van hemûyan, hevkarî û hemahî li ser asta herêmî, ku dibe ku li ser şêwaza rênimayên parastina daneyan li Rêxistina Yekîtiya Afrîkayê be, dikare eniyeke yekgirtî pêk bîne ji bo danûstandinê bi şîrketên teknolojiyê yên pirneteweyî re. Civaka sivîl û medya jî roleke girîng dilîzin, bi rêya bilindkirina asta hişyariyê, ew dikarin daxwazeke giştî ji bo reformên yasayî çêbikin û zextê li ser şîrketan bikin da ku pabendî prensîbên exlaqî bibin.
Pirs: Em rojane dibînin ku çawa zîrekiya çêkirî roj bi roj zêdetir di pevçûnên tund de tê bikaranîn, çi ew bi rêya sextekariya kûr (Deepfakes) be yan jî kampanyayên dronan ku ev amûr gelek bi hêsanî li herêmeke tijî pirsgirêk wekî Rojhilata Navîn ji aliyê milîs û aktorên ne-dewletî ve tên bikaranîn. Çi cure çarçoveyeke yasayî ya navneteweyî yan hemahengiya navneteweyî ya bilez pêwîst e, ji bo ku rêgirî were kirin ku zîrekiya çêkirî nebe sedema gurrbûna pevçûnan, yan bi awayekî were bikaranîn ku aramiya wan herêmên ku bi xwe di bingeh de ne aram in, pê têk bibe?
Bersiv: Guman tê de nîne ku bikaranîna zîrekiya çêkirî li herêmên ku şer û pevçûnên tund tê de hene, pêwîstî bi rêkûpêkkirina navneteweyî heye. Bikaranîna zîrekiya çêkirî wekî çek di van şer û pirsgirêkan de bi rêya sextekariya kûr (Deepfake) bi çêkirina "wêne û vîdyoyên sexte, bikaranîna firokeyên bêmirov (dron), an çêkirina agahiyên şaş bi rêya pergalên elektronîkî (bot-driven disinformation)" û belavkirina wan, metirsiyeke mezin li herêmeke tijî pirsgirêk wekî Rojhilata Navîn çêdike. Pirsgirêka sereke niha ev e ku yasaya navneteweyî ya heyî (tevî Peymanên Cenevreyê jî), bi awayekî berçav li paş pêşketinên bilez ên teknolojiyê maye. Tiştê ku wekî pêwîstiyeke bilez divê were kirin, divê ev teknolojî bikeve nav çarçoveyeke navneteweyî ku hemû alî pê pabend bin. Dibe ku ev çarçoveya navneteweyî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî an Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî de bi awayekî zelal û eşkere bi pirsa bikaranîna zîrekiya çêkirî di warê şer de mijûl bibe. Pêwîst e ev çarçove qedexekirin an kontrola tund li ser çekên xweser, danîna mercan ji bo çavdêriya mirovî di biryarên kujer de, û herwiha mekanîzmayên berpirsiyariyê ji bo hem aktorên dewletî û hem jî yên ne-dewletî li xwe bigire. Bêyî hebûna van cure pîvanan, metirsiya wê heye ku zîrekiya çêkirî bibe faktoreke nû ji bo afirandina aloziyê li wan derdorên jeopolîtîk ên ku di bingeh de nazik û hestiyar in.
Gulan
