• Sunday, 08 February 2026
logo

Profesor Stîvên Roç, pispor û taybetmendê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî, ji bo Gulanê: Trump hemû desthilatên destûrî qorex kirine û bêyî vegerîna li Kongreyê biryara şer û aştiyê dide.

Profesor Stîvên Roç, pispor û taybetmendê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî, ji bo Gulanê: Trump hemû desthilatên destûrî qorex kirine û bêyî vegerîna li Kongreyê biryara şer û aştiyê dide.

Profesor Stîvên Roç, pispor û taybetmendê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî, ji bo Gulanê: Trump hemû desthilatên destûrî qorex kirine û bêyî vegerîna li Kongreyê biryara şer û aştiyê dide.

Profesor Stîvên Roç, mamosteyê pêwendiyên navneteweyî ye li Zanîngeha Başûrê Florîdayê, yek ji wan lêkolîner û pisporan e ku di sala 2019an de wek pisporê welat ji bo rêxistina demokrasî, mafên mirovan û rêveberiyê "USAID" hatiye hilbijartin. Di lêkolînên xwe de girîngî daye "siyaseta yasaya navneteweyî, morala cîhanî, Rojhilatê Afrîka û Rojhilata Navîn". Ji bo axaftina li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn û guhertinên navneteweyî, me ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

Beşdarbûna Amerîkayê di êrîşên ser Tehranê de di şerê dawî yê di navbera Îran û Îsraîlê de, weke werçerxaneke mezin di stratejiya serbazî ya Amerîkayê de tê xwendin û guhertineke seyr di rêveberiya Donald Trump de tê dîtin. Gelo tê çaverêkirin ku Amerîka van destwerdanên serbazî bi welatên din re jî dubare bike, yan tenê nîşandana taktîkeke serbazî bû ji bo xwe-parastina pêşwext?
Êrîşên Amerîkayê yên li ser dezgehên nukleerî yên Îranê ev yek jê tê xwendin ku siyaseta serbazî ya rêveberiya Trump, ber bi lêdana pêşwext (pre-emptive direction) ve gav diavêje, bi taybetî eger em wê yekê li ber çavan bigirin ku Trump dixwaze plana mezin a Qubeya Zêrîn (Golden Dome) cîbicî bike, ku rêgiriyê li hemû metirsiyên "rokêtên krûz û balîstîk û ji deng leztir" li welatê xwe dûr bixe, berî ku bigihîje ser axa wî û wan pûç bike. Ev plan ji bo temamkirina Qubeya Zêrîn, ji ber ku pir giran û aloz e, nayê pêşbînîkirin ku berî sala 2028an temam bibe. Ji ber vê yekê, heta ku ew program temam dibe, wek ku diyar dibe, planeke din a rêgirtina pêşwext li metirsiyan dimeşîne, ku me ew di êrîşên wî yên li ser Îranê de dît û pêşbînî bi wî alî ve ne ku eger dewletên din ên ku xwedî dezgehên nukleerî ne, gefan çêbikin, wê demê bi heman şêweyê Îranê, rêveberiya Trump dê derbên pêşwext li wan bide. Ji aliyekî din ve, ev yek jî jê tê xwendin ku ev siyaseta serbazî ya nû ya rêveberiya Trump hewldanek e ji bo sînordarkirina çeka nukleerî û dariştina bingeheke nû ji bo rûbirûbûna dewletên xwedî çeka nukleerî.
Rêveberiya Amerîkî di asta pêwendiyên xwe yên bi dewletên hevpeyman re, bi taybetî Îsraîl, cureyek ji pabendbûnê xistiye stûyê xwe, ku pêwîst e li ser wê hebûna vê dewletê parastî be, lê li ser asta raya giştî ya gelê Amerîkayê jî nîgeraniyeke wan a mezin heye û naxwazin welatê wan di şerekî din ê Rojhilata Navîn û derveyî sînorên Amerîkayê de tev li bibe. Gelo di navbera van her du arasteyên dijber de, rêveberiya Trump çawa hevsengiyê çêdike?
Derbarê hebûna metirsiyê li ser dewleta Îsraîlê, bêguman Netanyahu pir bi eşkereyî ew yek ji cîhanê re ragihandiye, ku armanca Îranê jinavbirina dewleta Îsraîlê ye, û ev yek wek metirsiyeke hebûnî wergirtiye. Tevî ku bi şêweyê eşkere û li ser asta medyayê, girîngiya destwerdanên Amerîkayê di vê kêşeyê de kêm dike, lê bi pileya yekem pişta xwe bi teknolojiya serbazî ya Amerîkayê girêdaye, bi taybetî ew bombeyên ku jê re dibêjin "bunker buster bomb" ji bo xاپûrkirina kûrahiya embarên jêrzemînî yên dezgehên nukleerî. Lê heta niha ew rastî eşkere nebûne ku ew bombeyan bi temamî armancên xwe pêk anîne. Lê li ser asta raya giştî ya Amerîkayê, ev êrîşa wan a li ser Îranê wek destwerdana serbazî ya Amerîkayê hatiye binavkirin ku ti xizmeta berjewendiyên Amerîkayê nake. Wek mînak, li gorî encamên rapirsiyekê ku Zanîngeha Quinnipiac li ser vê derba serbazî encam dabû, 54% ji beşdarên vê rapirsiyê dijî bikaranîna vê derba serbazî bûn. Alîgirên pir diyar ên tevgera "Amerîkayê Mezinتر Dîsa Avadikin - MAGA" tê de bûn, wek endama Kongreyê "Marjorie Taylor Greene" ku ev lêdan wek destwerdaneke biyanî bi nav kiribû, ku ti xizmeta berjewendiyên gelê Amerîkayê nake. Zêdetirî vê, ev lêdana serbazî metirsiyê li ser dewletên hevpeyman ên Amerîkayê jî çêdike û dibe sedem ku Amerîka serokatiya cîhanî ji dest bide. Ji ber vê yekê, dema ku bi vî rengî li Amerîkayê bê nêrîn, ku xizmeta berjewendiya dewletekê dike li ser hesabê dewletên din ên hevpeyman, ev dibe sedema daketina nifûza siyasî, ku nikaribe di nav berjewendiyên cihêreng ên vê navçeya pir-kêşe de rola serokatiyê bilîze. Bêguman ev pirs di pêwendiyên xurt ên navbera Amerîka û Siûdiyê de girîngiyeke zêdetir werdigire, ku bi eşkere Siûdiyê ragihand ku eger Îran di programa xwe ya nukleerî de serkeftî be, ew jî dê bi kiryarî hewl bide ku bombeya nukleerî çêbike.
Biryara Trump ji bo bikaranîna hêza serbazî bêyî vegerîna li Kongreyê, gengeşeyek çêkiriye derbarê desthilatên serok di biryardana şer de. Gelo ev biryara tak-alî ya serok ji bo şer, çi jê tê xwendin derbarê hevsengiya di navbera hikûmet û Kongreyê de derbarê biryara şer û aştiyê?
Xwezî min bikaribûya derbarê binpêkirina "Yasaya Desthilatên Biryardana Şer – War Powers Resolution Act" tiştek bigota, yan jî lêpirsînek li ser wê binpêkirinê bigota. Ev yasa ji sala 1973an ve ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hatiye pesendkirin, lê heta niha nekariye wê cîbicî bike, yan jî di bingeh de Kongreyê ew îmtiyaza xwe ya destûrî bi kar neaniye ku di maddeya yekem a destûra Amerîkayê de hatiye û dibêje: "Tenê Kongre desthilata ragihandina şer heye." Wusa dixuye ku ev îmtiyaza destûrî ya ku daye Kongreyê, nakok e bi desthilatên destûrî yên serok re wek "Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar – Commander-In-Chief". Bi li ber çav girtina vê nakokiya destûrî, ez guman dikim ku em bikaribin di pêşerojeke nêzîk de sererastkirineke berçav li ser çavdêriya desthilata Kongreyê li ser hikûmeta Amerîkayê bibînin, bi taybetî bi hebûna Kongreyekê ku bi xwe rê daye ku di gelek warên cuda de serok desthilatên Kongreyê zeft bike. Wek mînak, hilweşandina Wezareta Perwerdeyê, Ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo Pêşxistina Navneteweyî "USAID" ku her du jî bi yasayên taybet ên Kongreyê hatibûn damezrandin û hilweşandina wan pêwîstî bi vegerîna li Kongreyê hebû, lê Trump wek serok her du jî bi biryareke xwe hilweşandin û venegeriya Kongreyê.
Gelo hûn pêşbînî dikin ku ev şerên Rojhilata Navîn û destwerdanên serbazî yên Amerîkayê cemsergiriya di navbera hêzên mezin de kûrtir bike? Yan hîn derwazeyek heye ji bo ku dîplomasiya piralî bikeve gerê û girjiyan sist bike?
Heta niha û di vê qonaxê de, ew yek ne zelal e ku ev kêşe dibin sedema wê yekê ku cemsergiriyeke zêdetir di navbera dewletên Rojava û Rûsya û Çînê de çêbibe, heta eger ew agirbesta ku Trump daxwaz dikir jî têk biçe û neçar bibe ku dîsa êrîşî dezgehên nukleerî bike. Lê tevî ku Rûsyayê di destpêka îsal de peymanek bi Îranê re îmze kiribû, hîn helwesta wê ya zelal diyar nîne ku piştevaniya Îranê dike yan na. Zêdetirî vê, Pûtîn destwerdana Rojava di şerê Ukraynayê de wek sedema dirêjbûna şerê Rûsya-Ukrayna bi nav kiribû. Ji ber vê yekê, di rewşeke weha de divê em li ser eger û grîmanan kar bikin. Yek ji wan egeran ev e ku dibe ku Rûsya wek hesteke "dij-Rojava" piştevaniya Îranê bike, ku ev yek bandora dîplomasiya piralî kêm dike. Dibe ku Rûsya ji nêrîna parastina berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn, bandora xwe bi kar bîne ji bo navbeynkariya aştiyekê li navçeyê. Lê bi baweriya min, grîmana duyemîn egereke bihêztir e. Ev jî ji ber wê yekê ye ku Çîn ku niha pêwendiyeke nêzîk bi Erebistana Siûdî re çêkiriye, dikare bi rêya hevahengkirina berjewendiyên xwe bi Rûsyayê re, pêwîstiya wê bi aştiyeke dûr-dirêj li navçeyê hebe. Ji ber vê yekê, Çîn dikare bi hemahengiya bi Rûsyayê re rola navbeynkariyê li ser kêşeyên Rojhilata Navîn bilîze.
Heta çi radeyê encamên neyînî yên êrîşa serbazî ya Amerîkayê bandor li ser dîplomasiya rêgirtin li belavbûna çeka nukleerî û pîvanên navneteweyî kiriye? Gelo ev êrîşên serbazî nabin sedem ku dewlet zêdetir li ser çêkirina çeka nukleerî bifikirin? Eger ev yek rû bide, heta çi radeyê bandoreke erênî li ser desthilatên Neteweyên Yekbûyî û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Nukleerî di birêvebirina kêşeyên pêşerojê de dibe?
Guman tê de nîne ku êrîşa serbazî ya Amerîkayê ziyan gihandiye dezgehên nukleerî, lê di heman demê de, bacake giran li ser pirsa rêgirtin li belavbûna çeka nukleerî hebû. Ev êrîşên serbazî ne tenê peyameke metirsîdar bû ji bo Îranê, belkî peyameke metirsîdar bû ji bo wan dewletên ku çeka nukleerî tune ne, ku baştirîn rê ji bo berevaniya ji xwe ew e ku pena nebin ser çêkirina çeka atomî. Û baştirîn mînak ji bo vê rewşê Koreya Bakur e, ku ji ber ku çeka wê ya atomî heye, nikare êrîşeke serbazî li ser bê kirin.
Ji bo zêdetir têgihîştina ji palnerên bingehîn ên Îranê ji bo çêkirina programa xwe, pêwîst e em amaje bi biryara Trump a sala 2018an bikin ku tak-alî ji peymana Plana Berfireh a Karê Hevbeş (JCPOA) ya sala 2015an a di navbera Îran û dewletên "5+1" de hatibû îmzekirin, derket. Li gorî vê peymanê, dewletên endamên daîmî yên Encûmena Asayîşa Navneteweyî razî bûn ku cezayên xwe yên li ser Îranê rakin, bi wê mercê ku Îran pabendî daxwazên navneteweyî be derbarê zengînkirina uranyumê. Di çarçoveya vê peymanê de, bi rastî hewlên dîplomatîk bandoreke pir baş hebû. Ji ber vê yekê, ew yek bû sedem ku Îran heta sala 2024an berdewam be li ser zengînkirina uranyumê. Ew biryara Trump ku di rêveberiya xwe ya yekem de di sala 2018an de tak-alî ji peymana "5+1" derket, vê carê jî bi êrîşa xwe ya serbazî ji bo lêdana dezgehên nukleerî, dibe ku ji bo çend salan programa nukleerî ya Îranê paş bixe, lê nabe sedem ku Îran dest ji programa xwe ya nukleerî berde.

Gelo hêzên serekî yên herêmî yên navçeyê wek "Siûdiye, Tirkiye û Îmarat" piştî van şer û tengasiyên mezin, bi çi mekanîzmayê dikarin cihê xwe di nav van guhertinên nû de bibînin? Gelo ev qeyrana navçeyê zemîneyekê ji bo çêbûna hevpeymaniyên nû amade dike, yan ew dabeşbûna ku niha heye zêdetir dike?
Wek ku me dît, Siûdiye, Tirkiye, Îmarat, pêşveçûn şermezar kirin û wek gefek li ser aştî û serweriyê bi nav kirin. Ev yek nîşan dide ku ev dewlet bi awayekî serekî xwazyarê parastina berjewendiyên xwe yên aborî û stratejîk bûn bi welatên Rojava re. Di heman demê de, helwesta xwe ya dîplomatîk li hember qeyranê pir bi hûrî dariştibûn, ji bo ku ti aliyekî pevçûnê nîgeran nekin û hewlên kêmkirina girjiyan pêş bixin. Eşkere ye ku dîplomasî di dema qeyranan de her dem tevlîheviyek ji bawerî û niyazpakiya di nav xwe de dihewîne, ku bi hev re astengiyek exlaqî (her çend lawaz û nazik be jî) li dijî dijminatiya demdirêj ava dikin. Ev yek yek ji wan sedeman e ku dike ku agirbest roleke çarenûssaz hebe ji bo parastina hevsengiyeke cîgir a hêzê li navçeyê û ji bo xurtkirina hevpeymaniyên stratejîk.

 

Gulan

Top