Li Tirkiyeyê zêdetir ji 10 hezar kesan bi Koronayê ketine
Fexredîn Koca herwiha eşkere kir ku heta niha li Tirkiyeyê 168 kes jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 10 hezar û 827 kes bi Koronayê ketine.
Ji aliyeke din ve li hin bajar û bajarokên Tirkiyeyê çend dever jiber belav bûna Koronayê hatine qerentînekirin.
Herwiha part û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê jî daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê dikin daku bo pêşî girtin ji Koronayê bilez biryara qedexeya hatûçûyê were ragihandin.
