Li Wuhanê jiyan asayî dibe
Bajarê Wuhanê, ew cih e yê vîrusa koronayê lê peydabûyî û ev bo dema heftiyekê ye, ti kesek li wê derê tûşî vîrusa koronayê nebûye.
Nişteciyên Wuhanê du mehan di malên xwe de man û bajarê wan hate daxistin. Niha ku deriyên jiyanê careke din bo wan wan hatine vekirin û ew diçin kar û xwestekên xwe bicih tînin.
Welatiya Çînê Kat dibêje: “Ez dixwazim tola wê demê hidim ku di kerentînê de bûm, ji ber ku ez gelek di malê de mam. Ez niha gelek dilxweşim.”
Tevî ku li bajarê Wuhanê jiyana 11 milyon kesî careke din asayî dibe, lê hêj xelkê wê ji vîrusa koronayê ditirsin. Ji ber vê yekê dema ji bo bazarkirinê, ji malên xwe derdikevin pabendî rênimayên tendirustiyê dibin.
Welatiya bi navê Lee Jen jî got: “Mezintirîn dilgiraniya me weke kiryar û welatî hîna tirsa me ji koronayê heye, em hemû di proseya asayîkirina jiyanê de ne.”
Vîrusa koronayê di dawiya sala 2019an de li bajarê Wuhanê yê Çînê derket û piştî 4 mehan hejmara tûşbûyên Covid-19 li cîhanê gelek nemaye milyonekî derbas bike. Ev di demekî de ye ku li Çînê hema bêje korona ber namanê ve diçe.
Rudaw
