Endazyar Tarîq, Rêveberiya Çakkirin û Nûjenkirina Projeyên Rêûbanan li Zaxoyê: Di kabîneya nehem de sektora rêûbanan a Zaxoyê pêşketineke mezin bi xwe ve dîtiye.
Endazyar Tarîq, Rêveberiya Çakkirin û Nûjenkirina Projeyên Rêûbanan li Zaxoyê: Di kabîneya nehem de sektora rêûbanan a Zaxoyê pêşketineke mezin bi xwe ve dîtiye.
Piştî destbikarbûna kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya birêz Mesrûr Barzanî, herwiha piştî ku îdareya serbixwe ya Zaxoyê bi serpereştiya birêz Guhdar Şêxo hate damezrandin, em wek Rêveberiya Çakkirin û Nûjenkirina Projeyên Rêûbanan li îdareya serbixwe ya Zaxoyê, bi awayekî berçav me xizmetguzarî di warê rêûbanan de pêk anîne. Em dikarin bibêjin ku bi awayekî gelek baş, di rêveberiya me de, hemû ew cihên wek herêma Sindî, herwiha herêma Meydan Golî û devera Koliyî û Şeranşê û heta Perêxê û ew herêmên din, hemû ewên ku ketine ser îdareya serbixwe ya Zaxoyê, bi awayekî diyar me wek rêveberî karekî baş kiriye ji bo pêşxistina rêyan. Roj bi roj jî karkirin û avadanî berdewam e, bi awayekî diyar em dikarin bibêjin ku beşa rêûbanan, ku beşeke alîkar e hem ji bo geştûguzariyê û hem ji bo berhemên çandiniyê, bi taybetî ew rêyên ku bi gundan û derveyî bajaran ve girêdayî ne, me hewl daye ku bi awayekî baş vî beşî pêş bixin û roj bi roj jî pêşketîtir dibe.
Karê me çakkirina rêûban û cadeyan e û ji bo vê mebestê li her cihekî ku di rêûbanan de xera bibe û bibe sedema çêbûna çalekê, an bibe sedema çêbûna pirsgirêkeke din û bûyerên hatûçûnê yên nexwestî jê derkevin, em wek rêveberî bi awayekî diyar her tim destpêk û bi lez wî cihî çareser dikin. Diyar e ew tiştên ku dibin sedema bûyeran li ser cadeyan, dibe ku cade ne rast be an çal tê de bin, ku ji ber hatûçûna zêde be, an ji ber kevinbûna rêûbanan be, rasterast me nûjen kiriye, ew cihê ku pêwîstiya wî bi firehkirinê hebûye, me fireh kiriye.
Em wek rêveberî, piranî caran ku em pişkinînê dikin, an wan rêyan çêdikin, giringiya me li ser wê yekê ye ku kalîteya rêyê ji aliyê endezyariyê ve were berçavgirtin. Herwiha hîmayên (hîmayên hatûçûnê) jî yek ji tiştên girîng in ji bo me. Hem dibe sedema kêmkirina bûyeran, hem ji bo nimûne alîkar e ji bo wî ajokarê ku ne xelkê herêmê ye û nizane ku çeperek (lûf) an çalek heye û nizane rê ber bi ku ve diçe. Em wek rêveberî, bi taybetî giringiyê didin qonaxa dawî, ku danîna hîmayan e. Zêdetir em hewl didin ku heta di şiyana me de be hîmayan deynin. Herwiha ew peymandarên ku em kar bi wan re dikin, her tim giringiya me li ser wê yekê ye ku ew hîmayên ku tên danîn bi awayê herî baş bin, ji bo ku hem bûyer kêm bibin, hem karasanî be ji bo xelkê, hem jî ciwaniyeke şaristanî bide wê rêya ku tê çêkirin.
Gulan
