Profesor Stephen Roach, Pispor û Taybetmendê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî ji bo Gulan: Trump hemû desthilatên destûrî monopolaîze kiriye û bêyî vegerê li Kongreyê biryara şer û aştiyê dide.
Profesor Stephen Roach, Pispor û Taybetmendê Dadgeha Tawanan a Navneteweyî ji bo Gulan: Trump hemû desthilatên destûrî qorex kiriye û bêyî vegerê bo kongresê biryara şer û aştiyê dide.
Profesor Stephen Roach, mamosteyê têkiliyên navneteweyî ye li Zanîngeha Başûrê Florîdayê, yek ji wan lêkolîner û pisporan e ku di sala 2019an de wek pisporê welat ji bo rêxistina demokrasî, mafên mirovan û rêveberiyê "USAID" hatiye hilbijartin. Di lêkolînên xwe de girîngî daye "siyaseta yasaya navneteweyî, morala cîhanî, Rojhilata Afrîka û Rojhilata Navîn". Ji bo axaftina li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn û guhertinên navneteweyî, me ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.
Beşdarbûna Amerîkayê di êrîşên ser Tehranê de di şerê dawî yê di navbera Îran û Îsraîlê de, wek werçerxaneke mezin di stratejiya leşkerî ya Amerîkayê de tê xwendin û guhertineke seyr di rêveberiya Donald Trump de tê dîtin. Gelo tê çaverêkirin ku Amerîka van destwerdanên leşkerî bi welatên din re jî dubare bike, yan tenê nîşandana taktîkeke leşkerî bû ji bo xwe-parastina pêşwext?
Êrîşên Amerîkayê yên li ser dezgehên nukleerî yên Îranê wisa tê xwendin ku siyaseta leşkerî ya rêveberiya Trump, ber bi lêdana pêşwext (pre-emptive direction) ve gavan diavêje, bi taybetî eger em li ber çavan bigirin ku Trump dixwaze plana mezin a Qubeya Zêrîn (Golden Dome) cîbicî bike, ku rê li ber hemû metirsiyên "rokêtên krûz û balîstîk û ji deng leztir" li welatê xwe bigire, berî ku bigihîjin ser axa wî û wan pûç bike. Ji ber ku ev plana ji bo temamkirina Qubeya Zêrîn gelek dijwar û aloz e, nayê pêşbînîkirin ku berî sala 2028an temam bibe. Ji ber vê yekê, heta ku ew program temam dibe, wekî ku diyar e, planeke din a rêgirtina pêşwext ji metirsiyan dimeşîne, ku me ew di êrîşên li ser Îranê de dît û pêşbînî ber bi wê arasteyê ve ne ku eger dewletên din ên xwedî dezgehên nukleerî jî gefan çêbikin, wê demê bi heman awayî Îranê, rêveberiya Trump dê derbên pêşwext li wan bixe. Ji aliyekî din ve, wisa jî tê xwendin ku ev siyaseta leşkerî ya nû ya rêveberiya Trump hewldanek e ji bo sînordarkirina çeka nukleerî û danîna bingeheke nû ji bo rûbirûbûna dewletên xwedî çeka nukleerî.
Rêveberiya Amerîkî di asta têkiliyên xwe yên bi dewletên hevalbend re, bi taybetî Îsraîl, cureyekî pabendbûnê xistiye ser milên xwe, ku divê hebûna vê dewletê parastî be. Lêbelê, di asta raya giştî ya gelê Amerîkayê de jî nîgeraniyeke mezin heye û naxwazin welatê wan di şerekî din ê Rojhilata Navîn û derveyî sînorên Amerîkayê de tev li bibe. Gelo di navbera van her du arasteyên dijber de rêveberiya Trump çawa hevsengiyê çêdike?
Derbarê hebûna metirsiyê li ser dewleta Îsraîlê, bêguman Netanyahu gelek bi eşkereyî ji cîhanê re ragihandiye ku armanca Îranê jinavbirina dewleta Îsraîlê ye, û ev yek wek metirsiyeke hebûnî girtiye dest. Tevî ku bi awayekî eşkere û di asta medyayê de, girîngiya destwerdanên Amerîkayê di vê kêşeyê de kêm dike, lê di serî de pişta xwe bi teknolojiya leşkerî ya Amerîkayê girêdaye, bi taybetî ew bombeyên ku jê re dibêjin "bunker buster bomb" ji bo hilweşandina kûrahiya embarên jêrzemînî yên dezgehên nukleerî. Lê heta niha ew rastî eşkere nebûne ku ew bombeyan bi temamî armancên xwe pêk anîne. Lêbelê, di asta raya giştî ya Amerîkayê de, ev êrîşa wan a li ser Îranê wek destwerdaneke leşkerî ya Amerîkayê hatiye binavkirin ku ti xizmeta berjewendiyên Amerîkayê nake. Mînak, li gorî encamên rapirsiyekê ku Zanîngeha Quinnipiac li ser vê derba leşkerî pêk anîbû, 54% ji beşdarên vê rapirsiyê li dijî bikaranîna vê derba leşkerî bûn, û alîgirên pir diyar ên tevgera "Amerîkayê Mezinتر Dîsa Çêkin - MAGA" tê de bûn, wek endama Kongreyê "Marjorie Taylor Greene" ku ev lêdan wek destwerdaneke biyanî bi nav kiribû ku ti xizmeta berjewendiyên gelê Amerîkayê nake. Ji vê zêdetir, ev lêdana leşkerî metirsiyê li ser dewletên hevalbendên Amerîkayê jî çêdike û dibe sedem ku Amerîka serokatiya cîhanê ji dest bide. Ji ber vê yekê, dema ku bi vî rengî li Amerîkayê were nêrîn, ku xizmeta berjewendiyên dewletekê li ser hesabê dewletên din ên hevalbend dike, wê demê ev dibe sedema paşveçûna nifûza siyasî, ku nikaribe di nav berjewendiyên cuda yên vê herêma tijî kêşe de rola serokatiyê bilîze. Bêguman, ev pirs di têkiliyên xurt ên di navbera Amerîka û Siûdiyê de girîngiyeke zêdetir werdigire, ku Siûdiyê bi eşkereyî ragihandibû eger Îran di programa xwe ya nukleerî de serketî be, ew jî dê bi awayekî pratîk hewl bide ku bombeya nukleerî çêbike.
Biryara Trump ji bo bikaranîna hêza leşkerî bêyî vegerê bo Kongreyê, gengeşeyek derbarê desthilatên serok di biryardana şer de çêkiriye. Gelo ev biryara yekalî ya serok ji bo şer, çi jê tê xwendin derbarê hevsengiya di navbera hikûmet û Kongreyê de derbarê biryara şer û aştiyê?
Min dixwest ku min bikariba derbarê binpêkirina "Yasaya Desthilatên Biryardana Şer – War Powers Resolution Act" tiştek bigota, yan jî lêpirsînek li ser wê binpêkirinê bigota. Ev yasa ji sala 1973an ve ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve hatiye pesendkirin, lê heta niha nekarîye wê cîbicî bike, an jî di bingeh de Kongres wê îmtiyaza xwe ya destûrî bikar neaniye ku di madeya yekem a destûra Amerîkayê de hatiye û dibêje: "Tenê Kongres desthilata ragihandina şer heye". Wusa dixuye ku ev îmtiyaza ku destûr daye Kongresê, li dijî desthilatên destûrî yên serok wek "Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar - Commander-In-Chief" e. Bi berçavgirtina vê nakokiya destûrî, gumanê min heye ku em bikaribin di pêşerojeke nêzîk de sererastkirineke berçav li ser çavdêriya desthilata Kongresê li ser hikûmeta Amerîkayê bibînin, bi taybetî bi hebûna Kongresekê ku bi xwe rê daye ku di gelek warên cuda de serok desthilatên Kongresê zeft bike. Mînak, hilweşandina Wezareta Perwerdeyê, Ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo Pêşxistina Navneteweyî "USAID", ku her du jî bi yasayên taybet ên Kongresê hatibûn damezrandin û hilweşandina wan pêwîstî bi vegerê bo Kongresê hebû, lê Trump wek serok her du jî bi biryareke xwe hilweşandin û venegeriya Kongresê.
Gelo hûn pêşbînî dikin ku ev şerên Rojhilata Navîn û destwerdanên leşkerî yên Amerîkayê polarîzasyona di navbera hêzên mezin de kûrtir bikin? Yan hîn derfetek heye ku dîplomasiya piralî bikeve tevgerê û aloziyan sist bike?
Heta niha û di vê qonaxê de, ne zelal e ku ev kêşe dê bibin sedema polarîzasyoneke zêdetir di navbera dewletên rojava û Rûsya û Çînê de. Heta eger ew agirbesta ku Trump daxwaz dikir jî têk biçe û neçar bimîne ku dîsa êrîşî dezgehên nukleerî bike. Lê tevî ku Rûsyayê di destpêka îsal de peymanek bi Îranê re îmze kiriye, helwesta wê ya zelal hîn ne diyar e ka piştgiriya Îranê dike an na. Ji vê zêdetir, Pûtîn destwerdana Rojava di şerê Ukraynayê de wek sedema dirêjbûna şerê Rûsya-Ukrayna bi nav kiribû. Lewma di rewşeke wiha de, divê em li ser eger û grîmanan bixebitin. Yek ji wan egeran ew e ku dibe ku Rûsya wek hestek "dij-Rojava" piştgiriya Îranê bike, ku ev yek dê bandora dîplomasiya piralî kêm bike. Dibe ku Rûsya ji perspektîfa parastina berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn, bandora xwe ji bo navbeynkariya aştiyekê li herêmê bikar bîne. Lê bi baweriya min, grîmana duyem egereke bihêztir e. Ev jî ji ber ku Çîn, ku niha têkiliyeke nêzîk bi Erebistana Siûdî re çêkiriye, dikare bi rêya hevahengiya berjewendiyên xwe bi Rûsyayê re, pêwîstiya wê bi aştiyeke demdirêj li herêmê hebe. Ji ber vê yekê, Çîn dikare bi hemahengî bi Rûsyayê re rola navbeynkariyê li ser kêşeyên Rojhilata Navîn bilîze.
Heta çi radeyê encamên neyînî yên êrîşa leşkerî ya Amerîkayê bandor li ser dîplomasiya rêgirtina li belavbûna çekên nukleerî û pîvanên navneteweyî kiriye? Gelo ev êrîşên leşkerî nabin sedem ku dewlet zêdetir li ser çêkirina çeka nukleerî bifikirin? Eger ev yek rû bide, wê demê heta çi radeyê dê bandoreke erênî li ser desthilatên Neteweyên Yekbûyî û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê hebe di birêvebirina kêşeyên pêşerojê de?
Bê guman e ku êrîşa leşkerî ya Amerîkayê zirar daye dezgehên nukleerî, lê di heman demê de, bedeleke giran li ser pirsa rêgirtina li belavbûna çekên nukleerî hebû. Van êrîşên leşkerî ne tenê peyameke metirsîdar ji bo Îranê bû, belkî peyameke metirsîdar jî bû ji bo wan dewletên ku çeka nukleerî tune ne, ku baştirîn rê ji bo xweparastinê ew e ku penaberî çêkirina çeka atomî nebin, û baştirîn mînak ji bo vê rewşê Koreya Bakur e, ku ji ber ku çeka wê ya atomî heye, nikare êrîşa leşkerî lê were kirin.
Ji bo têgihiştina zêdetir li ser sedemên bingehîn ên Îranê ji bo çêkirina bernameya xwe, divê em amaje bi biryara Trump a sala 2018an bikin ku yekalî ji rêkeftina Plana Berfireh a Karê Hevbeş (JCPOA) ya sala 2015an di navbera Îran û dewletên "5+1" de hatibû îmzekirin, derket. Li gorî vê rêkeftinê, dewletên endamên daîmî yên Encûmena Asayişa Navneteweyî razî bûn ku cezayên xwe li ser Îranê rakin, bi wê mercê ku Îran pabendî daxwazên navneteweyî be derbarê zengînkirina uranyumê. Di çarçoveya vê rêkeftinê de, bi rastî hewldanên dîplomatîk bandoreke pir baş hebû. Lewma ew tiştê ku kir Îran heta sala 2024an di zengînkirina uranyumê de berdewam be, ew biryara Trump bû ku di rêveberiya xwe ya yekem de di sala 2018an de yekalî ji rêkeftina "+1" derket. Vê carê jî bi êrîşa xwe ya leşkerî ji bo lêdana dezgehên nukleerî, dibe ku ji bo çend salan bernameya nukleerî ya Îranê paş bixe, lê nabe sedem ku Îran dev ji programa xwe ya nukleerî berde.
Gelo hêzên sereke yên herêmî yên wekî "Siûdî, Tirkiye û Îmarat" piştî van şer û aloziyên mezin, bi kîjan mekanîzmayê dikarin cihê xwe di nav van guhertinên nû de bibînin? Gelo ev qeyrana herêmê zemînekê ji bo avabûna hevpeymaniyên nû amade dike, yan ew dabeşbûna ku niha heye zêdetir dike?
Wekî ku me dît, Siûdî, Tirkiye û Îmaratê pêşketinan şermezar kirin û wek gefek li ser aştî û serweriyê bi nav kirin. Ev yek nîşan dide ku van dewletan bi awayekî sereke xwesteka parastina berjewendiyên xwe yên aborî û stratejîk bi welatên rojava re hebûn. Di heman demê de, helwesta xwe ya dîplomatîk li hember qeyranê pir bi hûrî dariştibûn, da ku ti aliyekî pevçûnê nîgeran nekin û hewldanên kêmkirina aloziyan pêş bixin. Eşkere ye ku dîplomasî di dema qeyranan de her tim têkeliyek ji bawerî û niyeta pak dihewîne, ku bi hev re astengiyeke exlaqî (her çend lawaz û nazik be jî) li dijî dijminatiya demdirêj ava dikin. Ev yek jî yek ji wan sedeman e ku dike ku agirbest roleke çarenûssaz ji bo parastina hevsengiyeke bi îstîkrar a hêzê li herêmê û ji bo xurtkirina hevpeymaniyên stratejîk bilîze.
Gulan
