Soylu: Li Tirkiyê 53 berpirsên emnî û hikûmetê bi koronayê ketine
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sulyman Soylu ji televîzyona Ulke TV ya welatê xwe re got, heta niha 30 berpirsên emnî, 18 yên leşkerî û herwiha 4 qaymeqam û parêzgarek bi vîrusa COVID-19 ketine.
Soylu got jî ku di nava 15 rojan de, 2 hezar û 863 kes hatine girtin, ku li ser torên civakî di derbarê koronayê de zanyariyên şaş belav dikirin, û di pişt re jî derketiye ku peywendiya piraniya wan kesan bi rêxistinên qedexe re hene, lê amaje bi ti navan nekir.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê diyar kir, niha çûn û hatina di navbera parêzgehên Tirkiyê de nêzîkî %99 kêm bûye û tekez kir, ew bi berdewamî xelkê hişyar dikin ku ji malên xwe dernekevin.
Bi gotina Sulyman Soylu, heta niha 50 gund û navçe jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kerentînekirin.
Ji aliyekî din ve, li gor amarên fermî di rojekê de li Tirkiyê 46 kesên din bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest dane û herwiha 2,700 kesên din jî bi vîrusê ketine.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihandiye, heta niha 214 kes li Tirkiyê bi sedema COVID-19 bûne qurbanî û 13 hezar û 531 kes jî bi wê vîrusê ketine.
Rudaw
