Qeymeqama Helebce: Rêkaran tundtir dikin
Qeymeqama Navenda Helebceyê Nuxşe Nasîh ji K24ê re ragihand, ew ji bo parastina welatiyên Helebceyê rêkarên tundtir dikin û her kesek pabendî rênimayan nebe dê bidin dadgehê û got: Hêvîdar in welatî me neçar nekin, ku em wan bidin dadgehê. Divê welatî têbigihin, em ji bo berjewendiyên wan daxwaza pabendbûna bi rênimayan dikin”,
Qeymeqama Helebceyê got jî: Di du rojên bûrî de, li ser pabendnebûna xelkê bi rênimayan, 4 kes hatin desteserkirin û hejmarek ji otombîlan jî hatin desteserkirin.
Pêştir jî Rêveberê Tenduristiya Helebce jî ji K24ê re gotibû: Heta niha xelkê sînorê Helebce wek tê xwastin pabendî rênimayên tendurstiyê nabin, heger rewş bi vî awayî berdewam bike, dê karesatek rû bide.
Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, heta niha 7 kes li sînorê parêzgeha Helebceyê bi vîrusa Korona ketine.
K24
