• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê heca Erebistanê: Ji ber Koronayê bila vê gavê ti kes neçe hecê

Wezîrê heca Erebistanê: Ji ber Koronayê bila vê gavê ti kes neçe hecê
Wezîrê heca Erebistanê bang li wan kesên ku dixwazin herin hecê, kir ku heta belavbûna Koronayê berdewam e, neçin hecê.

Wezîrê heca Erebistanê, Mihemed Salih bin Tahir duhî ragihand, Erebistan amade ye pêşwazî li heciyan bike lê tenduristiya heciyan bo Erebistanê girîngtir e.

Mihemed Salih bin Tahir behsa belavbûna Koronayê kir û got, ji ber wê jî û heta rewşa ku ji ber belavbûna Koronayê hatiye pêş, zelal nebe bila ti kes neçe hecê.

Her sal herî kêm 2.5 milyon kes diçin hecê.

Piştî belabûna Koronayêl li Erebistanê, hikûmeta wî welatî heca Umrê da sekinandin.

Li gorî amarên fermî, heta niha li Erebistanê 1500 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 10 kes jî pê mirine.

Basnews
Top