• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê pilandananê: Ewa hikumeta Herêmê kirîye destkevteka mezin e

Wezîrê pilandananê: Ewa hikumeta Herêmê kirîye destkevteka mezin e
Wezîrê pilandanana Hikuemta Herêma Kurdistanê, Dr. Dara Reşîd got: Hemû kabîneyên berê yên hikumeta Herêma Kurdistanê berpirsin ji evê kirîza em têdeyîne û kabîne ya nehema hikumeta Herêmê, dema berî 8 mehan destbikar bû, Herêma Kurdistanê ketibû jêr qeran, ku zêdetir ji 24 milyar Dolaran bû.

Di dema beşdarîkirinê de di dîbeyteka Kurdistanê 24ê de, Dr. Dara Reşîd got: Hun dizanin Herêma Kurdistanê rûbirûyê dû kirîzên mezin bûye, kirîza darayî ku rûbirûyê hemû cîhanê bûye, herweha kirîza Koronayê. Ewa li Kurdistanê hatîye kirin karekî nimûneyî ye û hevwelatî şanazîyê bi wê yekê dikin.

Derbarê rêkarên hikumeta Herêma Kurdistanê bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosa Koronayê got: Ewa hikumeta Herêma Kurdistanê kirîye; destkevtekê mezin e, di demekê de ku koronayê welatên girhêz hejandîye. Ev jî destkevta xelkên Kurdistanê ye. Em karîne nimûneyeka baş nîşan bidîn.

Herweha got: Kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, 8 meh in destbikar bûye,temamkerê kirîzên kabîneya heştem bûye. Hate ser qerekî ku zêdetir ji 24 milyar Dolaran. Ev gotin, wê watayê nagehîne ku bi nerênî li kabîneya heşetem û heftem temaşa bikîn. Sîstema fermanrewayê li Herêma Kurdistanê bi sedema ne aramîya sîyasî û abûrî, ji sala 1992yê ve, me nekarîye hikumeteka nimûneyî pêk bihînîn, le tevaya kabîneyên berê berpirsin ji van kirîzên ku niha hene.

Tekez jî kir, hikumeta Herêma Kurdistanê; hikumeta xelkên Kurdistanê ye, bi tayebetî ewên beşdarin di kabîneyê de. Serkirdeyê lêhatî di dema kirîzan de xuya dibe, serkevtinê gelek bav hene, lê tîma hikumeta Herêma Kurdistanê, çi cenabê serokê hikuemtê be, çi cenabê cêgirê serokê hikumetê be û tevaya wezîran bi yek tîm kar kirin e û civîn jî hemû bi komdengî bûn e û bi canê yek tîmî kar hatîye kirin. Di biryarên çarenivîssaz de ti cudahî di nerînan de nebûye.

Tekez jî kir, kabîneya nehem destkevtan nake destkevtên hizbî û kesî û şikest û kirîzan jî naxe di stûyê kesê de, ev kabîne kabîneya beşdarên hikumetê û xelkên Kurdistanê ye.

K24
Top